Rukiye Mistefa
BasNews – Li paytexta Meksîka Meksîkoyê pira jor a metroyê li gel trenekî ser re derbas dibû hilweşiya û di bûyerê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li rawesteka Olivos a Meksîko ya paytexta Meksîkayê beşek ji rêya hesinî hilweşiya.
Rayedaran ragehandin ku vagonên trenê li gel pirê hilweşiyaye û li ser wesayîtên li xwarê de hatiye xwarê.
Di bûyerê de heta naha 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û 49 kes jî rakirine nexwaşxaneyan.
Hat ragehandin gelek ambulans û tîmên agirkuj geheştine cîhê bûyerê û xebatên xwe berdewam dikin.
Derbarê sedemê hilweşîna pirê de heta naha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.