Bavê Tevgera Netewa Kurd, Mîrê Botanê “Mîr Bedirxan” Bavê Tevgera Netewa Kurd, Mîrê Botanê “Mîr Bedirxan”
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bavê Tevgera Netewa Kurd, Mîrê Botanê “Mîr Bedirxan”

Keyhan Mihemedînijad

Di destpêka wê gotarê de ez dixwazim bi mînakekê dest pê bikim. “Rûdiyard Kîplîng” nivîserê birîtanî dibêje, “hekî dîrok wekî çîrokan bihatiba gotin û dersdan, ti carî nedihate jibîrkirin”.

Ew axavtinê “Rûdiyard Kîplîng” rast e, çimkî dîroka me Kurdan jî tim ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve bi awayê çewt hatiye nivîsîn, û ya ku niha bo me maye ji aliyê çîrokbêjan û dengbîjan ve sing bi sing hatiye gotin da ku kesên welatperwer û dîroknivîsên nîştimanhez anîne li ser pirtûkan û nivîsîne.

Min jî ew zaniyarên ku li ser mîr Bedirxan berhev kirine ji çendîn çavkaniyan û pirtûkan mifah wergirtiye, her lewma min îşare bi çi çavkaniyekê nekiriye.

Bedirxanê Evdalxan an jî Bedirxan Beg kurê “Ebdullah Xan”, di sala 1803`an de li bajarê Cizîra Botan yê ser bi Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Lê belê nêrînên cuda hene li ser jidayîkbûna mîr Bedirxan. Hin dîroknivîs jî dibêjin mîr Bedirxan di navbera sala 1803 heya 1806`an de hatiye dinyayê.

Bedirxan Beg ji Malbata Ezîzan bû. Şerefxan Bedlîsî di Şerefnameya xwe de nivîsîye ku malbata Ezîzan berê Êzîdî bûne piştre bûne Bisilman.

Mîr bedirxan di sala 1830`î de îdara Botan xistiye destê xwe. Bi mîrê soran Mîr Mihemed re tifaq çêkiriye.

Mîr Bedirxan pêwendiyeke baş digel Ermeniyan hebû û herwisa biryar dabû ku her kesek jineke Ermenî bixwaze dê alîkariya wî bike. Xortên Ermenî jî di nav hêzên mîr Bedirxan de beşdar bûn û hêzeke baş pêk anîbûn. Mîr Bedirxan çendîn şêwirmendên Ermenî jî di nav spaha xwe û derdorên xwe de danabûn, yên wekî “Dumistîhan Mankoliyan, Ucansî Şalkitrîn û Mîrmarto”.

Carekê mîr serdana dibistanekê dike û ji mamosteyan re dibêje: “Her dersxwanek navbera rûpelekê bi bê şaşî bixwîne ezê paşayetiyê bidimê”. Li wir derdikeve ku tenê mebesta mîr eve bûye ku wan han bide ku baştir bixwînin û serkevtî bin.

Ji bo di warê leşkerî de bibin pispor û zaniyariya modern hîn bibin, gelek xortan dişîne Ewropayê.

Mîr Bedirxan gelek xizmetên baş bo gelê xwe kiriye, di dema desthiladariya mîr Bedirxan de, ne tenê dadperwerî û vekheviyeke baş hebû, lê belê kesên diz û gendel jî nebûn.

Mîr Bedirxan di dema xwe de 2 kargehên berhem anîna “çek û barot”ê li Cezîrê çêkiribû.

Mîr Bedirxan “dirav” jî bi navê xwe lêda, ji aliyekê nivîsîbû “Emîrê Botan Bedirxan” ji aliyek din jî nivîsî bû “1258`î Koçî”.

Mîr karîbû xelkeke zêde bo aliyê xwe ve bikişîne û her kesekî jî ku tawanek kiriba bi tundî ceza dida û her kesê jî dizî bikiriba dest wê/wî dibirî.

Zevî bi erzan dida çandinkaran bi rêjeya %3 dahata wê astê didane Mîr Bedirxan, ku ew aste jî li dahata ku dewleta Osmanî li cotkaran werdigirt gelek kêmtir bû. Mîr alîkariya malî dida wan kes û malbatên kêmdahat û destkurt. Her ji bo vê jî kêfa xelkê gelek bi mîr re dihat.

Şêwaza fermanrewayiya Mîr Bedirxan ev hinde tund bûye ku, tenê kesek jî bo mînak wekî diz û gendel ji sînorên mîratiya wî de xuya nekirine û cihê wan di mîrgeha wî de nebûye. Di dema desthilatdariya mîrê Botan de, ewlehiyeke baş hebûye.

Di wê demê de du Amerîkayî yên “gerîde” yên bi navên “Rasist û Birat” çûbûne wê deverê û serdana deverê kiribûn. Çar hefteyan li wir mabûn û rastê ti arîşe û pirsgirêkekê nehatibûn. Û herwisa dîtibûn ku xelkê wê deverê û serokeşîre çiqas dilsoz û hezkiriyê mîr in û hertim diyariyên wekî hesib û pez û malatan bo mîr wekî xelat birine.

Dadperweriya Mîr Bedirxan di navbera ol û mezheeban de hebûye û hertimî hewil daye bo dadperwerî û vekheviyê di navbera hemû kesekê de. Dema ku spaha Osmaniyan mijûlê şerkirinê digel dewleta Misrê bûye. Mîr bi derfeteke baş zaniye û desthilata xwe berfireh kiriye û bo serxwebûna Kurdistanê li Mokriyan heya Botanê kiriye di bin desthilata xwe de.

Di warê yeksanî û dadperweriya Mîr Bedirxan de, “Mîr Celadet” mînakekî wiha aniye û gotiye: “Rûbarek hebû navê “Çem Cihû” yan jî rûbarê “Cihû” li nêz Cezîreya “Îbin Omer” bûye. Cihûyan ji bo rêûresmên Olî û bo bi cihanîna wacibatên Oliyên xwe diçûne ser wî rûbarî. Û Kurdan jî diçûn û rêya wan digirtin û dijayetiya wan dikirin. Rojekî “Xa Xam”ê Cihûyan diçe bal mîr û şikayet dike û bi dest îşare bo wî cihê dike, lê navê wî nayêne. Mîr pirsyara navê wî cihê lê dike, lê “Xa Xam” dîsan navê nayêne û her bi dest îşare dike. Di wê demê de Mîr pê dikene û jêre dibêje navê wî cihê “Cem Cihû” rûbarê “Yehûd” an ku cihê pevçûnê ye. Mîr îdê biryarê dide ku ew cihe taybet bi cihê Yehûdan e û nabe ti Kurdek an jî ti Bisilmanek biçe wir û mudaxilê di wî cihê de bike”.

Piştî ku Bedirxan beg, di sala 1835`an de rewşa xwe ya leşkerî, siyasî û aboriya civakî bihêz dike, hêdî hêdî wek dewletek serbixwe xwe bi rêxistin dike. Cizîra Botanê wekî paytexta mîratiya xwe îlan dike.

Di sala 1838`an de Mîr Bedirxan ji bo têkşikandina desthilata “Seîd Beg” alîkariya Osmaniyan kir. Wê demê Sultanê Osmaniya pileya “Emîdî Kolonêl” da Mîr Bedirxan. Herwisa Mîr Bedirxan di sala 1839`î de jî, digel Spaha Osmaniyan beşdarî li şerê dijî Spaha “Êbrahîm Mihemed Elî” kir û ew şere li “Tirêb” nêzî “Entabiya” rû da.

Mîr Bedirxan, di sala 1839`an de bi mîrên Kurdistanê re ket hundirê hevkarîya pîroz. Ji herêma Wanê Mahmût Xan, ji herêma Hekarî Nûrullah û Fetah Beg, ji serokên Hîzanê Xalid Beg, ji Mûşê Şerîf Beg, ji Qers û Acarê Husên Begê Kor, Mîrê herêma Erdelan, Şêx Mihemedê Mûsilî û Şêx Yûsifê Zaxoyî wek alimên mezin beşdariya wê hevpeymaniya pîroz bûn. Dest bi xurtkirina kel û burcekan kirin. Mîrên Kurdistanê yên hevkar, ji bo parastina dewleta Kurdî, bi hev re sund xwarin.

Gelek ji dîroknivîs û lêkoler bi Mîr re dibêjin: “Bavê tevgera netewa Kurd” û gelek jî dibêjin “Serkirdeyê mezin ê leşkerî”.

“Kirîs Munşara” gotiye: “Mîr Bedirxan, qehremanê tevgera rizgariya Kurdistanê bû di sedeya 19`an de”.

Li 26-17- 1847`î dewleta Osmaniyan bi merema jinavbirina mîrnişîniya Botan, hêzeke mezin a Osmaniyan ku Sultan amade kiribû, ew hêze pêkhatibû ji: “30 hezar leşkerê nîzamî û 15000 bikirîgitî û 40 top”. Merema wan eve bû ku bi wê hêzê dawî bi desthilata mîr Bedirxan bînin. Bi vî awayî Osmaniyan êrîşê ser spaha Kurdan li nêzî bajarê Urmiyê kirin û şer û pevçûneke mezin qewimî. Lê Spaha Osmaniyan nekarîn serbikevin û ji çendîn aliyan ve rastî şikestê hatin, Spaha Kuerdan jî berevaniyeke baş kirin, Spaha mîr Bedirxan çendîn topên Osmaniyan bi dest xistin, lê nedizanîn bi awayekî baş wan bikar bînin. Ser wê halê de jî nexweşiya “Kolêra” ketibû nava hêzên Kurdan û hejmareke zaf bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest dan.

Piştî wî şerî, Bedirxan gava herî girîng avêt û serxwebûn îlan kir. Sînorê desthelatîya Bedirxan gihîşt sînorê Wan, Mehabat, Rewanduz û Mûsilê. Piştre Wêranşar, Sorek, Amed, Şino, Sêrt, Sîncar, Aşna û Urmiye jî tevlî sînorê xwe kir.

Bi wî awayî desthilatdarên Tirkan çendîn rê girtine ber xwe ji bo ku zal bin bi ser leşkerên Kurdan de. Serkirdeyên Tirkan li “Erzirûm”ê ji rêya “Mela Mehmûd Bayezîd” ve civîn digel Mîr Bedirxan pêk anîn. Lê pêş vê ku Mela Mehmûd bizavire, Osmaniyan êrîş kirine ser bajarê Cizîrê. Mela Mehmûd zivirî bal paşayê Osmaniyan lê paşa ew girt û bo girtîgeha bajarê Stenbolê veguhstin. Û nameyek jî bo sultan nivîsî û têde gotibû “ew mirove hevalbendê Mîr Bedirxan” e û îxanet bi împratoriya Osmaniyan kiriye, bo vê ku baş li meselê tê bigin mela Mehmûd veguhastin bo bajarê Wanê.

Bi her nirxekî bû dewleta Osmaniyan karî hindek ji serkirdeyên Kurd ji aliyên xwe ve rabikêşin da ku di dawiyê de karîn “Yezdan Şêr” ku keskî nêzîk Bedirxan beg bû ku serkirtayetiya hêzeke mezin a mîrnişîniya Botan dikir, bajarê Cizîre paytexta mîrnişîniya Bota teslîmê leşkerê Osmaniyan kir ku eva jî bû sedema wê ku morala şervanên Kurd bê xwarê ku di wî bajarî de kargeha çek û teqemenî têde bû.

Bi vî awayî leşkerê Osmaniyan bajarê Cizîrê wîran kirin û Mîr Bedirxan bi hêzeke mezin ve çû kela “Arox”, di wir de jî Mîr Bedirxan digel leşkerên xwe şereke qehrimanane kir û leşkerê Osmaniyan kel dorpêç kirin û mîr piştî şereke mezin ku teqemeniya wan hêdî hêdî dawî pê dihat, mixabin piştî çend rojan şer û pevçûn di dawiyê de li 12-8-1847`î mîr teslîmê Osmaniyan bû.

Mîr Bedirxan dema ku birine Stenbolê bo cem Sultan û piştî çend car dadgehîkirin ew ji aliyê Sultanê Osmanî ve hate efûkirin û ji wir bo dorgeha “Kirît” a Yûnanê hate dûrxistin.

Mîr Bedirxan ew karesate ya herifîna mîrnişîniya Botan ji bîr nekir ku ji rêya nêzîktirîn kesê wî ve xiyanet ji wî hatibû kirin.

Lê sedema xiyaneta “Yezdan Şêr” çi bû?

Ka em bizanin çima Yezdan Şêr kesekî nêzî Mîr Bedirxan xiyanet kir.

Sedema xiyaneta “Yezdan Şêr” eve bû: “Dema ku Osmaniyan êrîşê ser kela “Kornîl” a “Seîd Beg” kirin wê demê Mîr Bedirxan piştgîriya Osmaniyan kir bo destbiserdagirtina kelê. Çimkî “Seîd Beg” xalê “Yezdan Şêr” bû. Herwisa hepsîkirina “Mîr Siyfedîn” ev çend sedemane û çendîn sedemên din bûn ku “Yezdan Şêr” xiyanet bi Mîr Bedurxan kir.

Piştî dagîrkirin û tîkşikandina mîrnişîniya Botan ji aliyê Osmaiyan ve, wê demê Osmaniyan gelek mal wêran kirin û sedan kes kuştin û gelek kes jî li deverên wan dûrxistin bo deverên din û herwisa dest bi ser mal û zeviyên xelkê wê deverê de gitin, û ew zevî bi erzantirîn nirx difirotine bîhaniyan.

Mîr Bedirxan piştî midehekê ku li dorgeha “Kirît” a Yûnanê bû, di sala 1858`î de Sultanê Osmanî biryara efûkirinê bo Bedirxan derkir, û Bedirxan jî  piştî midehekê zivirî Stenbolê û li wir jiya, lê her dîsan demek ser de derbas bû Mîr Bedirxan Sitenbol bi cih hêla û ber bi Şamê ve çû. Mîr Bedirxan heya dawiya jiyana xwe di Şamê de jiya û di sala 1869`î de bo hertimî navê xwe yê zîrîn hîla nava dîrokê de û çû ber rehma Xwedê. Termê mîr li taxa “Rukine Dîn” a Şamê di nav goristana “ Mulana Şêx Xalîd Neqişbendî” de bi axê hatiye spartin.

Belkî Mîr Bedirxan çû ser dilovaniya xwe, lê wî nifşeke baş li pey xwe bi cih hêla, wî dadperwerî, yeksanî û vekhevî li pey xwe bi cih hêla, wî navê devera Botan wekî deverek welatparêz û Kurdperwer di nav dîroka Kurdan de tomar kir.

Mîr Bedirxan û malbata wî, Îro rojê her kes dizane ku gelek alîkarî û xizmet di warê çand, dîrok, wêje û zimanê Kurdî de kirine, û bandora xizmetkariya wan, li her çar parçeyên kurdistanê belav bû, herwiha li Rojhilata Navîn û dewletên Ewropayê jî deng dan, û ketine nav rûpelên dîroka cîhanê û bi taybet di nav Dîroka Kurdan.