Ebdula Kwêxa Mubarek: Ji ber cîdiyeta nûnerên PDKê di hikûmetê de û rastbûna siyaseta wê ya li Kerkûkê em hatin nav PDK Ebdula Kwêxa Mubarek: Ji ber cîdiyeta nûnerên PDKê di hikûmetê de û rastbûna siyaseta wê ya li Kerkûkê em hatin nav PDK
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ebdula Kwêxa Mubarek: Ji ber cîdiyeta nûnerên PDKê di hikûmetê de û rastbûna siyaseta wê ya li Kerkûkê em hatin nav PDK

Mameyare Ehmed

BasNews – Piştî Ebdula Kwêxa Mubarek û hevalên xwe bi fermî hatin nav rêzên PDKê, bi civîneke çapemeniyê ya li gel berpirsê Encûmena Rêveberiya Kerkûk – Germiyan a PDKê Dr. Kemal Kerkûkî sedemên hatina xwe ya nav PDKê aşkera kirin.

Îro 02.05.2021ê Ebdula Kwêxa Mubarek di civîna rojnamevanî de ragehand: ‘’Em nav partiyeke din bûn û naha wek nûnerê hevalên xwe em hatine nav rêzên PDKê û endamê PDKê ne û piştevaniyê li vê partiyê dikin.’’

Herwaha got, dibe ku pirs bê kirin ku em piştî 12 sal rexneyên tund ên awayê hikûmraniyê çima hatin nav rêzên PDKê, ji ber wê jî ez dixwazim bibêjim yek ji sedeman xwe rêxistin kirina xwe bû di yek eniyekî de, piştî ji hev qutbûna ji ber milmilane û rikberiya siyasî û civakî çêbû em ji hev dûr ketibûn.

Herwaha got: PDKê hêstiyê me neşikandiye û wek partiyekî wefadar xebata bav û bapîrên me li berçav girtiye û beşa aştiyê bo me hiştibû.

Ebdula Kwêxa Mubarek got: ‘’Ji ber rast axaftin û cidiyeta nûnerên PDKê li hikûmetê û rastiya siyaseta PDKê ya derbarê Kerkûkê de em hatin nav rêzên PDKê.

Mubarek got: Me li gel rêveberiya PDKê behsa ti paye û post û pare me nekiriye, tenê me daxwaz kiriye PDK me wergire nav rêzên xwe û bi rêya nûnerên xwe ve hewl bidin xizmeta Çemçemalê bê kirin.

Herwaha got: ‘’Ez daxwaz ji hemû heval, kesûkar û dostan dikim êdî di cehaletê de nemînin û werin em li gel yek di nav rêzên PDKê de xizmet bikin.’’