Kurdistana Bakur an “Ermenistana Rojava’’? Kurdistana Bakur an “Ermenistana Rojava’’?
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kurdistana Bakur an “Ermenistana Rojava’’?

Dr. Ekrem Önen

Di Têkilîyên Kurdan û Ermenîyan de pirsa asas pirsa axê ye? 

Tiştê ku ez ê li dawîyê bejim, ez ê li pêşîyê bejim ku pirs zelal be. Pirsa Kurd û Ermenîyan pirsa axê ye, yanî Ermenî ji %80 bakurê Kurdîstanê wek ”Ermanistana Rojava” dibînin, tevî ku li gor dokumentên arşîvên Rûsya nufûsa wan li bakurê Kurdistanê, li bajarên ku lê jiyane %18 derbas nake. Esasê pirsê ev e, yên din tevda meine ne, ji bo ku ev bê veşartin. Pirsa di kuştina Ermenîyan da ’’destê Kurdan heye’’ ev pirsa behtir Ermaniyên li Turkîyê û yên li Îranê vê pirsê pir dixin rojevê, ew jî ji me ra pirsekê bi xwe ra tîne, gelo çiqas rola Turka û Îranîya di vir da heye? An na wek fermî hukêmeta Ermanistanê di genosîda Ermanîyan da dewleta Turk gunehbar dike.
Bê guman mirov nikare vê pirsa weha grîng, di nivisekê da bide diyarkirin, lê ez dixwazim behsa hinek xalên grîng, ên di pirsa têkilîyên Kurd û Ermanîyan da tên guftgo kirin, bikim. Pirsa têkiliyên Kurd û Ermenîyan pirseke car caran tê rojevê û li ser wê gelek guftûgo dibe. Ev guftûgo bêhtirîn caran hissî, li ser asasê îhtîmalan dibin. Lê karê xebata li ser dirokê jî gelek ji karê hissî û îhtmalan dûr e, ji ber ku dîrok li ser asasên bûyerên qewimî û dokumentan tê avakirin. Heger mirov bi van her dû prensîbana va li têkiliyên Kurd û Ermenîyan binere, mirovê bigîhîje encameke rast.
Kurd û Ermenî, du milletên avtahtonî (ên cîh) ên herema rojhilata naverast in. Ev herdu milletên cîran, wek hemû milletên cîran, her çiqas car caran di nava wan da tiştên biçûk çêbûne jî, lê bi aşîtîyane bi hev ra jîyane. Ev herdu millet di gelek awayan da tesîra wan, li ser hev çêbûye (aborî, civakî, kultûrî û siyasî). Her weha ev herdû millet, di dîroka xwe da jî, gelek tîştên wan dişibin hev hene, bi teybetî kolonîzekirina welatên wan û tekoşîna wan a rizgarîya netewî.
Di serdemê împaratorîya Osmanî da, ev herdû millet wek milletên din, ên di nava împaratorîya Osmanî da, ev jî ji mafên xwe yên netewî bê par bûn. Piştî şoreşa fransa ya sala 1789 fikrên netewî, pêşî li ewrûpa, paşê jî li tevaya cihanê xurt bûn, bê guman împaratorîya Osmanî nikarîbû di rewşeke weha da îstisna be, wê jî behra xwe ji vê xurtbûna ramanên netewî ku, li cîhanê belav di bûn stend. Di dawîya qurna 19 da, yanî berya belavbûna împaratorîya Osmanî, li gelek heremên di bin destê împaratorîya Osmanî da, gelên van heremana wek li Balkan û cizîra Erebî şerên rizgarîya netewî li hember împaratorîya Osmanî dest pê kirin. Di vê demê da împaratorîya Osmanî gelek lawaz bibû, di rewşeke weha da Gelên Kurd û Ermenî di nava xebata bi rêxistinkirina tekoşîna rizgarîya netewî da bûn. Di rewşeke weha da welatên împeryalîst, ên rojava wek Îngilîz, Ûrisyet, Fransa û Almanya çav berdabûn împaratorîya Osmanî ku wê di nava xwe da perçe bikin. Di vê rewşa hanê da Îngilîz, Rûsya, Fransa li dijî împaratorîya Osmanî bûn, Almanya piştgîrî dida împaratorîya Osmanî. Her çiqas ji alîkî da nakokî di navbera sê welatan (îngilîz, Rûsya, Fransa) û Almanya da hebûn, her weha nakokî di navbera Îngilîz, Ûrisyet û Fransa da jî hebû. Bi teybet Îngilîz, Fransa û Almanya ji firehbûna Ûrisyeta qeyserî bi tirs bûn, wan dihesibandin Rusya dixwaze di ser Turkîya îroj ra bighê ser avên germ, ew rê jî bes ji ser Ermenistan û Kurdîstanê ra derbas dibû, ji ber wê jî Ermenistan û Kurdîstan bibû meydana şerê navbera wan welatên împeryalîst, ên rojava û împaratorîya Osmanî. Van welatên rojava (Îngilîz, Fransa, Rûsya û Almanya) li pey berjewendîyên xwe bûn.

Almanyayê bi xurtî û eşkere piştgirî dida împaratorîya Osmanî, ew jî ji ber Almanya ne hewqas heyranê împaratorîya Osmanî bû, hesabê Almana bêhtir siyasî bû, dixwestin ji ser vê heremê ra bigîhîhin ser Kafkasyayê, li vê heremê Kurd û Ermenî dijyan û wê demê, van herdû milletan bêhtir xwe nêzîkî Ûrisan dikirin, bê guman ev ji Almana ra astengî bû. Almanan fêm kiribûn, ku nikarin Kurd û Ermenîyan razî bikin, da ku wan ji Ûrisan bi dûrxin çend caran ceribandin, bi Kurd û Ermenîyan ra hevkarî bikin, lê bi ser neketin. Ji ber wê jî Almanan pir vekîrî piştgirî dan Tirkan, ji bo qirkirin û surgûnkirina Kurd û Ermenîyan û bo ku wan berde hev.

‘Konslosê Alman yê Erziromê Anders li deverên Dersim, Xarpêt, Mûş, Bîtlîs, Wan û Beyazîdê digerîya û xebat dikir. Wî Kurd û Ermenîyên ku di aşîtîyê da bi hev ra dijiyan, li hember hev sor bike, da ku ew dijî hevdu şer bikin. Anders şikayeta Mutesarifê Erzincanê Fethî Bey li cem padîşah kir, ku xwedê giravî ew karê xwe, yê ku lazim e Kurd û Ermenîyan berde hev baş nake, li ser şîkayeta Anders Mutesarifê Erzincanê Fethî Bey ji kare xwe hate avêtin’.*1

Her weha Îngilîz Fransa û Ûrisyet jî ji bo berjewendîyên xwe Ermenî û Kurd li hember împaratorîya Osmanî bi kar di anîn.

Heger mirov li dirokê binêre, ji qurnê 17 an heya sala 1917 zêdeyî 10 caran şer di navbera Urisyeta Qeyserî û împaratorîya Osmanî da derketîye, di van şeran da gelên misilman û fileh gelek şer bi hev re kirin û hevdû talan kirin, laz, acarî, çerkez û gurciyên misliman di nav refên artêşa osmaniyan da cîh digirtin; lê tifaqa ermenî, gurciyên xirîstiyan (kartvelî) tim û tim bi Ûris ra bû, Kurd her çiqas di destpêka qurnê 17 an bi giranî li ser navê ‘ummeta mihemed’ di nava artêşa osmaniyan da cîh digirtin jî, lê nîvê qurna 18 an îradeya sîyasî ya Kurd ji Osmanîyan bi dûr diket û xwe nêzî welatên rojava, bi teybet Ûrisan dikirin. Kurdistan bi teybet alîyên Serhedê bibû qada şer di navbera împaratorîya Osmanî û Ûrisyeta Qeyserî da. Tirkan pir bi zanetî milletên musilman, ên di nava Imparatorîya Osmanî da li hember Ûrisa û Ermenîyan bi kar anîn. Dokumenta jêrîn pir zelal vêya dide rêdan.

‘Piranîya Qafqasyayê, ji pîştî têkçûna Şêx Şamîl ji misilmanan hate paqişkirin (1859). Bi sed hezaran çeçen, çerkez, abhaza li ser axa xwe ji hêla xirîstiyanan vabi awayekî pir hovane yan hatin kuştin an jî ber bi welatên cur bi cur va hatin miştexîkirin. Yên xilas bibûn jî her tiştê xwe di cih da dihîştin û bi kırasê canên xwe tenê, xwe davêtin cem birayên xwe yên misilman û diketin ber bextê wan. Ew birayên wan, ên rovî ew ji bo ewlehîya xwe, li ser tixûbê Ûris, an ji bo qirkirina Ermeniyan di gundê Ermeniyan ên bi nîvî valabûyî, an jî li tenişta gundê “Ermeniyên dilxwazên Ûris” bi cîh dikirin û ji bo tolhildanê firsenda dawiyê didan wan. Halbûkî wê demê misilmanan bi tevahî baş dizanibûn, ku Ermenî hevalbendên Ûris in, Ûris û Ermenî bi hev ra neyarên misilmanan in.*2

Mirov dikare bêje, Imparatorîya Osmannî sîyaseteke wê, ya ku xelkê ne musilman bi darê zorê bike mûsilman hebû vê ya mirov li balkanan (Li Bulgarîstana îroj li Serbistanê û gelek heremên din dibîne, her weha li hember gelê Ermenî, Kurdên Ezîdî û Elewîyan dibîne dervî genodsîda li hember Ermenî û Kurdan genodsîda li balkana mirov di romana «Мость на Дрине», (Pira ser Drînê) a nivîskarê Serbî Îvo Andrîç ku , di sala 1961 de xelata nobelê wergirt a ku li ser bingeha dokûmenta hatîye nivîsîn baş dibîne.
Pîştî hatina Îtahadî Teraqî formasyon di împaratorîya Osmanî çê bû û şûna bi darê zorê misilmankirina milletên din, Turkirina milletên din cihê wê girt û pîştî hatina Îtahadî Teraqî dest pê hat kirin, hemû milletên ne tirk li ser axa împaratorîya Osmanî bikin Tirk, ji bo we hemû rê bi kar anîn asîmilekirin, surgunkirin û genodsîd pêk anînin.

Ji bo ku Kurd û Ermenî di nava xebata bi rêxistinkirina tekşîna rizgarîya netewî da bûn, ku bi karibin dest bi şer li hember împaratorîya Osmanî bikin, bê guman ji xwe ra li hevalbendan digerîyan. Hesaben Kurd û Ermenîyan û ên gelek welatên rojava li ser împaratorîya Osmanî nêzî hevbûn. Ji ber wê jî dibû sebeb ku têkilî di navbera Kurd ,Ermenî û welatên rojava da çê bibe. Di vê rewşa han ku împaratorîya Osmanî lawaz bû û li ber perçebûnê bû, ku gelek welatên balkan û cezîra Erebî edî dest bi şer kiribûn, tirsek wê ya mezin hebû Kurd û Ermenî jî di amadekarîya şer da ne, ji ber wê jî dest bi plana ku çawa bikaribin Kurd û Ermenîyan bisekinînin. Tirka berya şerê cîhanê, yê yekemîn bi demeke dirêj plana lawazkirin asîmîlekirin û genodsîda gelên ne Turk, ên di nava împaratorîya Osmanî da bûn kiribûn. Hin di kongerya Îtîhadî Terakî da, ya sala 1911 ku li Selanîkê li dar xistibûn, ev plana anîbûn rojewê. *4 Her weha ji bo ku bikaribin vê plana xwe pek bînin û kontrol bikin, rêxistinek bi navê ‘Teşkîlat-î mehsûsa’ avakirin endamê vê rêxistinê zêdeyî 10 hezar kes bûn. Vê rêxistinê ji sala 1914 heyanî salen 1918 dest bi qirkirin û surguna Ermenî û Kurdan kir. Le protsesa qirkirin û asîmlasyona Kurda ya sîstematîk ji piştî 1918 û heta nuha berdewam dike. Bes em tenê mînakekê ji serdema nûh bidin, ku komîyona ‘mafê mirovan’ a meclîsa turkan bi xwe dibêje, kesê ku dewleta turk di bin navê faîlî mechûl da kuştine hejmara wan 17 hezar e, vê hejmarê dewlet dibêje, hejmara rast hê ne diyar e, gelo kuştina 17 hezaran heger ne genodsîde, ma mirov dikare bi awakî din bi nav bike.

‘Tirkan gelek xebat kirin Kurdan li hember Ûrisan û gelê Ermenî têxin şer, bi teybetî wê demê walîyê Wanê “Îzzet-Beg” ev kar ji xwe ra kiribû armanc û prpaganda dujminaya navbera Kurd û Ermenîya û Ûrisan dikir. Lê Kurd ne diketin bin bandora propaganda wî, berevajî wê, demê serokê Eşîra Heyderan Kor Huseyîn Paşa bi serok Eşîrên Kurdan ê din ra hevdîtin dikir, ji bo hazirîya rêxistinkirina serhildanekê li dijî Tirka ji bo avakirina otnomîya Kurdistan di bin kontrola Ûrisyeta Qeyserîde bikin’*5

Wek tê zanîn, di têkilîyên Kurd û Ermenîyan da yek ji pirsa bingehîn car caran tê rojevê pirsa genodsîda gelê Ermenî ji alî Turkan va û têkilîyên Kurd û Ermenîyan di vê demê da. Ev pirs di nava Kurdan da gelek caran tê guftûgo kirin. Wek tê zanîn dewleta Tirk heta niha genodsîda ku li hember gelê Ermenî kiribûn, qebûl nakin û dema lazim be jî dixwazin ji hustîyê xwe derxin û têxin hustîyê kurdan. Lê pir baş e, ku li welatên rojava ên xurt, ên wê demê wek Îngilîz, Fransa, Ûrisyet û Alman gelek dokûmentên ku îspat dike, ku Tirkan ev bi plan û metod pêk anîne, ji ber wê ye jî gelek welatan qirkirina Ermenîyan resmî qebûl kirin. Ji ber çi, gelek welat dewleta Tirkan bi qirkirina Ermenîyan tawanbar dikin? Ji ber ku gelek dokumentên dirokî şahidîyê dikin, ku îradeya siyasî ya dewleta Tirk bi plan û program ev genodsîda li hember gelê ermenî pêk anîye. Kesek xelkê Tirk an eskerekî bin emir ê bê rutbe, ê ku di nava ordîya Tırka da bû gunehbar nakê, ên gunehbar îradeya siyasî ya tirka ye. Û ew wek berya demekê serokê Ermenîstanê Sarkîsyan di dema serdana xwe ya Surîyê da ku çû ser gorên ermanîyan, ên ji ber xezeba Tirkan revîyabûn, li bajarê Sûrîyê Dêra Zorê got, ku lazime mehkemeke wek ya Nurnbergê ji bo plankerên genodsîda Ermenîyan bête sazkirin. Bê guman ev gotineke rast e, divê gumanbarên vê genodsîdê di qebrêde bên mehkemekirin, heger ev bibûya belkî ev genodsîda Kurdan, ya ku paşê berdewam kir, dikarîbû neba, an jî  ne bi vê frehîyê ve. Ji xwe rûreşîyek dinyayê jî ev e, ku heta niha hîn gelek welat vê genodsîdê hîn nas nakin u dikin cihê guftûgoyê.

Em werin ser pirsa ku di nava kurdan da jî dibe cihê guftûgoyê, pirsa rola Kurdan di genodsîda Ermenîyan da. Berya her tîştî, ji bo pirsek weha lazime dema behsa kurdan a wê demê dibe, lazime Îradeya sîyasî ya Kurd ya wê demê û kurdên di bin navê ‘ummeta Mihemede’ ên di nav refên artêşa Imparatorîya osmaniyan da şer bi xelkên fileh ra dikirin ji hev bên veqetandin, wê demê pirs ê zelaltir be. Ev pirs, yek jî Tirk bi xwe bi plan û zanetî dixwazin vê genodsîdê ji hustîyê derxin û têxin hustîyê kurdan. Di debarê vê pirsê da mirov dikare Kurdan dabeşî 3 kategorîyan bike. Kategorîya yekê, Kurdên ku dihesînin kurd ji genodsîda Ermenyan ne berpirîyar. Ev kategorî dibêje ku îradeya sîyasî ya Kurdan ya wê demê li dijî genodsîda Ermenyan derketine, her çiqas hinek eşîrên Kurdan di bin navê ‘ummeta mihemed’ da di nav refên artêşa osmanîyan da beşdarî şerê bi Ermenîyan ra bûbin jî, lê îradeya sîyasî a Kurdan li hember vana derketine. Eva han di dokumentên kurdan da jî pir eşkere ye,  ev dokumentên li jêr îspata vê yekê ne. Lê pir heyf gelek caran kurdên li ser pirsa têkilîyên Kurdan û Ermenîyan dinivîsin, an dipeyîvin haya wan gelek caran ji îradeya sîyasî ya Kurd ya wê demê nîne û lê naxebitin bizanibin jî, gelek caran di bin bandora der dorê, an hisî tevdigere. Îradeya siyasî ya Kuran ya wê demê her gav li dijî zulm û kuştina gelê Ermenî derketine û her gav ew eşîrên Kurdan, yên di nava refên artêşa Osmaniyan da beşdarî şerê dijî Ermenîyanbibûn rexne dikin, her gav Sultanên Osmanîyan gunehbar dikin, ku dixwazin Kurd û Ermenîyan berdin hev, ji bo me ev berpirsê milletê Kurd bûn û fikir û karê wan me girêdide. Li Jêr min hinek nerrînên berpirsen îradeya siyasî ya Kurdan ya wê demê, yên di hejmarê rojnama Kurdistan da hatibûn belav kirin wek dokument bi kar anîn. Ez hêvîdarim, ev nerînên van kesên berpirsên îradeya siyasî ya Kurdan ya wê demê bûn, wê ji wan kesên ku îroj Kurdan ji ber genodsîda Ermenîyan gunehbar dike wê vana li ber çav bigre.

Evdirehman Bedirxan “Ev çend saleke çinku ermenî gelek zilmê ji destê memûrên dewletê dibînin, dixebitin hemû tiştan dikin, da xwe ji zilma memûra derxin. Heqê wan heye memûrên ji Stenbolê tên wan deran, gelek xirabiyê ermeniyan dikin. Divê kurd jî ermeniya nekujin. Xwedê ji vî halî ne razî ye. Ermenî mezlûm e. Vêca divê mirov pê şûr neçe ser mezlûman. Hûn jî wek wan mezlûm in!”*6

Evdirehman Bedirxan, nêrînên “Şêx Ubeydullahê serokê serhildana kuradan a sala 1880’yî” di hejmara 27’an a Rojnameya Kurdistanê de wiha radigihîne : “Çend sal berê li Wanê, di civîneke ku bi emrê padîşah hat çêkirin da, gava ku biryar standin û nav kurdan da ermeniyan bikujin, hingê rehmetiyê Şêx Ubeydullahê ku di civînê de bû, wiha got: “Bi vî awayî kuştina ermeniyan li dijî emrên Xwedê ye, padîşahekî emrekî wiha derxistiye zalim û li ber emrên Xwedê rabûye, divê padişahek zalim ji text bê xistin û ji wezîfê bê dûrkirin. Daxwazek wiha ji bo padîşah ne bi xêr e”

Piştî van gotinên pir zelal mirov tu car nikare der barê komkujiya ermeniyan da navê kurdan û tevgerên neteweyî ya kurdan gunehbar bike. Îroj kurdên bi xîret û welatparêz dikarin bi dilsaxî bibêjin ku “di xirecir û şer û pevçûyinên di sedsalên 19 dan û 20 an da, tu kes û kesayetiyekî bi kurdayetîya xwe hesîyayî, qirkirina ermeniyan rast nedîtiye, tê da cih negirtîye, nebûye şirîkê xwînxwaran.”

Evdirehman Bedirxan, di her hejmarên rojnameya xwe da li ser pirsa ermeniyan radweste, bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze ku kuştina vî gelî bide sekinandin û agirê ku li Kurdistanê bi fermana Evdilhemît hatiye pêxistin vemirîne. Ew di hejmara 8’an de wiha dinivîse: “Şerê Ermeniyan û Kurdan da, ez zanim Kurdan Ermeniyên bê guneh kuştin, Xwedê ji vî halî ne razî ye. Kurdan ew guneh ji cahiliya xwe kirin. Wan nedizanî, ku kuştina Ermeniyan wek kuştina misilmanan e. Parek wî gunehî jî ser alimên kurdan e. Divê alim tiştên qenc û neqenc nîşanî cahilan bidin, da ew jî mirovên bê guneh nekujin” Kurdistan.*7 

Her weha Evdirehman Bedirxan di hejmara 11’an a Kurdistanê de hevkariya Ermenî û Kurdan pêşniyar dike û Kurdan weha şîret dike: “Fekirin, Ermenî çiqas sahîbhîmet û xîret in. Ew jî wek Kurdan mezlûm in; lakîn huriyeta xwe ra xwe fîda dikin. Cahilên kurdan nezan in, Ermeniyan dikujin. Ev hal qatilî ye. Divê kurd xwe ji vî gunehî mihafeze bikin. Divê kurd jî Ermeniyan ra bîl-îttîfaq memûrên zalim ên xunkar rêdike serê we, bavêjin şûna hûn biçin îmdada Ermeniyên mezlûm, hûn diçin wan dikujin. Ew hal gelek guneh û gelek fehêt e; Xwedê û pêxember ji vî halî ne razî ne.”

Evdirehman Bedirxan di hejmara 27’an da wiha lê dike û dixwaze, ku kurd ji Ermenîyan na, ji Osmaniyan bipelikînin : “ Evdilhemît dibêje, ku Ermenî neyarên we ne, we vê xeberê îxfal dike. Ma hûn nizanin ku ermenî nikarin neyarîya we bikin! Neyarê we ew xunkar e, ku we hemûyan tevî welatê we, ji Moskof ra wad dike”.*8
Evdirehman Bedirxan ji van kurdan aciz dibe û wiha bang dike: “ Ermenî ji zulma dewletê aciz bûn; dengê xwe hilanîn, destê xwe hilanîn heqê xwe dixwazin, lê çinku kurd cahil in, dest bi kuştina Ermeniyan kirin. Kuştina wan li ser Kurda guneh e. Hûn ji wan mezlûmtir in; lê çinku cahil in, we hay ji xwe nîne; hûn dengê xwe dernaynin.*9

Piştî van nerînê li jor hatin behs kirin, gelek zehmet e, ku mirov kurdan di derbarê qirkirina Ermenîyan da gunehbar bike.

Kategorîya 2 an, ew kesên ku li ser bingeha Kurdên di bin navê ‘ummeta mihemed’ da di nav refên artêşa împaratorîya osmaniyan da şerê Ermenîyan kirine, dihesibînin Kurd jî ji gendsîda Ermenyan gunehkarin. Ez bi van mirovan ra ne hevfikirbim jî, lê heya radeyekê van mirovan dikarim fam bikim. Ev Kurdên weha difikirin, lazime bizanibin Kurdên di bin navê ‘ummeta mihemed’ da, di nav refên artêşa împaratorîya osmaniyan da şerê Ermenîyan kirine, vana her weha şerê Kurdên ÊzîdÎ û Kurdên Zaza û Kurdên Elewî jî kirine. Ev tê vê watêyê ku, van Kurdên di bin navê ‘ummeta mihemed’ da di nav refên artêşa mparatorîya osmaniyan da ne li ser navê Kurdan, li ser navê ‘ummeta mihemed’ şerê Ermenîyan kirine. Her weha wê demê, hinek grupên Ermenî ji bi serê xwe hucûmî gelek gundên kurdan kirine.

‘Di gelek heremê Kurdistanê da, hinek grûpên Ermenî hucumî gundên Kurdan dikin û gelek kuştin pêk tînîn’. *10

Ji dervî hinek ronakbîrên ermenî û Partiya Ermenîya ‘Hinçaksiyûn’ a ku tekoşîna Ermenîstaneke Sosyalîst dikir, gelek ji wan, li peyî Ermenîstaneke Mezin bûn. Tevî vêya jî îradeya sîyasî ya Kurd ya wê demê li rêyên hevkarîyê bi tevgera netewî ya Ermenî ra digerîyan. Dema serdana Abdurezak Bedîrxan a Snaktpeterbûrgê bû, li wir bi berpirsên Ermenîyan ra dikeve nava tekilîyan, ji pişt ra demekê Abdurezak Bedîrxan li ÊrÎvanê bi cîh dibe, da ku bikaribe tevgerê netewî li bakurê Kurdistanê bi rêxistin bike.

Ji ber wê jî van kesên ku weha dibêjin, lazime vêya bibînin û ji hev derxin. Ji ber çi îroj hemû cîhan resmî Tirkan bi genosîda Ermenîyan va gunehbar dikin, resmî kes behsa Kurdan nakê, ji ber ku îradeya sîyasî ya Tirkan wê demê ev genodsîd bi plan pêk anîne. Ez bê guman ji bo van kurdan xweşbîn im, ji ber dilê wan bi ser gelê Ermenî ku zulm lê hatîye kirin va ye û ew ji ber wan Kurdên di nav refên artêşa împaratorîya osmaniyan da ku, di bin navê ‘Ummeta Mihemed’ şerê Ermenîyan kirine xwe ne rehet his dikin, ev cewherekî mirovanî baş e, ji ber vê ez di derheqê van mirovan da xweşbîn im. Lê wan kurdên ku di bin navê ‘Ummeta Mihemed’ şerê Ermenîyan kirine, wana di heman demê da şerê Kurdên Ezîdî û Kurdên Elewî jî, di bin navê ‘şerê kizilbaşa’ da kirine. Ew tê wê wateyê ku, wan Kurdên di nav refên artêşa împaratorîya osmaniyan da ku, di bin navê ‘Ummeta Mihemed’ da li ser asasên dînî, ne li ser asasên netewî şer kirine, lazim e, ku ev ji hev bên derxistin. Lê hêvîdar im, ku ev kesana ev tiştên ku me li jor behs kir û dokumentên kurdan û xelkên xerîb, di vê derbarê da bibînin, yê wê demê rehettir bikarîbin vê pirsê ronî bikin.

“Piştî îtîhadcî hatin ser hikum, ji bo ku xwestin hikum li Kurda bikin, eşîrên Dersimê hukmê wan qebûl nekir û dest bi şer kirin. Dewleta osmanî, ji bo ku bikaribe şer bide bisekinîn û bi carekê va navçên kurdan ji ortê rakin bişewîtînin, hêzek mezin şandin deverên Dersimê. Her weha wa hêza ku hat ser kurdan, ji bo şewitandina gundên kurda mazot bi xwe ra anîbûn, lê osmanî beçare bûn, nikarîbûn kurdan bişkênin. Li ser vê ordîya xwe ya 18 an şandin ser Xozatê, her weha 4 mifrezê alayê hemîdîyê şandin ser Kurdê Dersimê”. *11

Heger mirov lê binere, di dema qirkirina Ermenîyan da Ûris li heremê gelek aktîv bûn û bê guman Ûris wê demê bêhtir gel Ermenîyan bûn, ji ber ku gelek sebeban wek Olî û  gelek sebebên din, dema mirov li arşîvên Ûrisa dinêre berpirsên Ûris yên wê demê (konslên wan ên li Wanê, Blîsê her weha berpirsên ordîya Ûris li QafQasyayê) pir vekîrî dibêjin ‘di gelek heremê Kurdistanê da hinek grûpên Ermenî êrişî gundên Kurdan dikin û gelek kuştin pêk tînîn û ev dibe sebebên xerabûna têkilîyên me bi kurdan ra, lazime pêşî li van grûpên Ermenîyan bê girtin’. *12

Bê guman ji herdû aliyan va (Kurd û Ermenî) bûyerên ne xweş li ser bingehên Olî di navbera van herdu milletan da çêbûne, lê em nakarin îroj hevdû wek millet bi qirkirina hev gunehbaran bikin.
Kategorîya 3 a kû rasterast, an bi zanetî an jî ne zantî propaganda dewleta tirk li pê ye, ku genodsita xelkê Ermenî ji hustîyê xwe derxe û tixe hustîyê Kurdan dikin. Ev kategorî ji xwe ne hêjayî li ser wan tişt bên gotin.

Di dawîyê da dixwazim bêjim, ku kêfa me bê an na, em bixwazin an na, Kurd û Ermenî dû milletên cîranê hev în, divê her yek ji me, ji herdû alîyan em ne li tiştên ku, me ji hev dûrdixin, em li tiştên ku me nêzî hev dikin bigerin. Wê demê em ê bêhtir bikaribin hev du tê bigîjin û Tirk û Îran wê nikaribin Kurd û Ermenîyan li hev sor bikin, lê pir heyf e, ku di nava hinek “Akademîsyenê” Ermenî da kurdofobîya xurt heye. Wek minak ez gotinek ’’Akademîsyenê’’ Ermenî Ganrîk Asatryan yê ku, ji Ermenîyê Îranê ye, piştî salên 1990 hat lî Ermanistanê bi cîh bû weha dibêje. Divê Ermenistan tercîha wê li şuna ku dewletek Kurd ya agresîv cîranê wê be, çêtir e, ku Turk bin.’’ Di dawiyê da careke din dixwazim bêjim, pirsa Kurd û Ermenîyan pirsa axê ye, divê Kurd û Ermen li ser vêya serê xwe bêşînin. 

Dokument û jêder

*1-(Сборник дипломатических документов. Реформы в Армении…”, № 16, стр. 27-28. Депеша Свербеева Сазонову от 15 (28) марта 1913 г.)

Dokûmentên berhevkiri ên dîplomatîk en bi navê reformên li Ermenîstanê ku ji Depeş Sverbeyev Sezonov (Wezîrê derve ê Ûrisyetê ê wê demêye, E.Ö) re hatine rêkirin. hejmara 16, rûpel 27-28, 15 (28) adara 1913.

*2- (Foreign Office, 195-562, No 37, J I A Simmons 16/11/ 1857)

*3- (Сборник дипломатических документов. Реформы в Армении…”, № 16, стр. 27-28. Депеша Свербеева Сазонову от 15 (28) марта 1913г.)

Dokûmentên berhevkiri ên dîplomatîk en bi navê reformên li Ermenîstanê ku ji Depeş sverbeyev sezonov (Wezîrê derve ê Ûrisyetê ê wê demêye, E.Ö) re hatine rêkirin. hejmara 16, rûpel 27-28, 15 (28) adara 1913.

*4- АВПР, ф. “Политархив”, 1907-1914 гг., д. 380, л. 68; ф Донесение Вице-консул в в Ване Акимовича от 2 июля 1913 г.

Arşîva siyaseta Ûrisyêta Qeyserî a derve ‘arxîva sîyasî’ 1907-1914. Rapora konsulê Ûrisyeta Qeyserî li Wanê Akîmşvîç 2 Temûzê 1913.

*5- (Rojnama Kurdistan, hejmar 7. 22 nîsanê 1898-14 adarê 1902)

*6- (Rojnama Kurdistan, hejmar 8. 22 nîsanê 1898-14 adarê 1902)

*7- (Rojnama Kurdistan, hejmar 11.22 nîsanê 1898-14 adarê 1902)

*8- (Rojnama Kurdistan, hejmar 8. 22 nîsanê 1898-14 adarê 1902).