Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê pabendî pêkvejiyana aştiyane ye Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê pabendî pêkvejiyana aştiyane ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê pabendî pêkvejiyana aştiyane ye

Fotoğraf: Twitter

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 28ê Nîsana 2021ê pêşwazî li Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê Mitja Leskovar kir.

Balyozê Vatîkanê Mitja Leskovar spasî û pêzanînên Papayê Vatîkanê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re gihand ji bo serxistina serdana wî bo Herêma Kurdistanê û parastin û mêvandarîkirina Krîstiyan û aware û penaber û hemû wan kesên ji tirsa zilm û zordariyê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşvebirin û bihêzkirina kultura pêkvejiyana aştiyane ya olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê car din anî ziman û serdana cenabê Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi dîrokî bi nav kir û hêviya xwe anî ziman ku bibe sedema zêdekirina kultura lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên Iraqê de.

Di beşeke din a civînê de li ser pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û girîngiya cîbicîkirina yasaya budceyê û şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di demeke herî nêz de, gotûbêj hat kirin.

Herwiha rewşa Deşta Neynewa û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser asayîkirina rewşawan deveran û cîbicîkirina madeya 140 a destûrê hat kirin.