BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 341 kesan din jiyana xwe ji dest dan û 40 hezar û 444 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî ji ber koronayê de 341 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi daxilbûna 2 hezar û 728 nexweşên nû re 40 hezar û 44 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.
Bi daneyên îro re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara miriyan derket 39 hezar û 398’an û hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon 751 hezar û 26’an.