Rêwaz Fayeq: Biryarên hikûmetê biryarên hemû aliyên beşdarê hikûmetê ne Rêwaz Fayeq: Biryarên hikûmetê biryarên hemû aliyên beşdarê hikûmetê ne
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêwaz Fayeq: Biryarên hikûmetê biryarên hemû aliyên beşdarê hikûmetê ne

BasNews – Seroka Parlamentoya Kurdistanê derbarê biryar û karên hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragehand, hemû biryar li gel yek tên dayîn û di nav hikûmetê de dabeşbûn tine ye, dibe em li Parlamentoyê dabeş bin.

Di rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê de seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq derbarê pêkhate û biryarên hikûmeta herêma Kurdistanê de ragehand: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyan xwe ve berpirsyartiya xwe wek hev e û pêkve biryar didin, biryarên baş ên hemû hêzan e û ew biryarane jî dibe bi dilê me û bi dilê xelkê nebin û peyvendiya xwe bi rewşê ve hebe û biryarên hikûmeta herêma Kurdistanê ne.’’

Seroka Parlamentoya Kurdistanê balkêşa ser wê yekê jî ku: ‘’Ew (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) nav xwe de parçe nebûne, wekî ku em li Parlamentoya Kurdistanê dabeş bûne.’’

Ev yek di demekî de ye ku beşek ji Parlamenterên YNKê û taximeke nav wê partiyê de hewl didin ku wisa nîşan bidin ew opozîsyonin nav hikûmeta herêma Kurdistanê de û berdewam xwe di bin berpirsyartiyê derdixin û gotinên tund û berevajî li dijî hikûmetê dikin. Li hember wê yekê jî çavdêr dibêjin ev gotinên Rêwaz Fayeq şikesta wan hewldanên wê taxima nav YNKê de ne.’’