BasNews- Serokê Tirkîye Recep Tayyîp Edogan îro roja duşemê 26.04.2021ê di derbarê biryara Joe Biden ya jenosîda ermenîyane de cara yekem axivî.
Piştî civîna kabîneyê Erdogan di konferansa rojnemevaniyê de got: "Serokê Amerîkayê Biden di derbarê bûyerên bi êş yên ku zêdetirî sedsalekê berê qewimîn in de peyvên bêbingeh, neheq û nerast bikar anî. Em wek Tirkîye pêşbazîya êşên ku di dîrokê de pêk hatîne, mirovahî nabînin. Ev daxuyanîyana hem me hem jî endamê neteweyê me xemgîn kir. Lêbelê, heke rêyek wisa were şopandin, em dixwazin we bi bîr bînin ku em tenê netewe û dewleta ku bi wijdan û dilekî pak ji pêşbazîyê derkeve , em in. Lêpirsîna bûyerên di dîrokê de û eşkerekirina rastrîyê divê ji pisporên vî karî re bê hiştin, dîrokzan, ne ji siyasetvanan re.’’
Herwiha Erdogan bang li Biden kir û wiha got: " Ez hêvî dikim ku Serokê Amerîka ewê di zûtirîn dem de ji vê gava çewt vegere."
Erdogan ragihand ku wan hîn jî bo pêşnîyara wan ya damezrandina komîsyonek hevbeş ya dîrokê li ser tawanbarkirinên ermenîyan bersîvek negirtiye.
Erdogan got: "Em difikirin ku Biden ev peyvana bi givaştinên komên radîkal yên Ermenî û yên dijî Tîrkiyê bi kar anîye. An niha ez bi belgeyan diaxifim, mîna birêz Biden naaxifim. Niha di arşîvên me de zêdeyî 1 mîlyon belge hene. Ez dipirsim ka di arşîvên Amerîkayê de çend belge hene. Em dibêjin ka werin meydanê. Lê, heya îro nikarîn bersîvê bidin bangên me. Ger hûn dibêjin jenosîd, divê hûn li neynikê mêze bikin û binirxînin. Tiştê hatîye kirin, ne hemberî ne gef yan îhtîma xeterîyeke ye, lê pîvanek rasterast yae ku dijî serîrakirina ku dihat meşandin û komkujiyên zêdetir dibûn e. Bi rastî, di warê trajedîya mirovahî de, di 24ê Nîsanê de ti tiştek çênebûye.
Herwiha Erdoagn balkişand ku di derbarê îdayên Ermenîyan de ti delîlek berbiçav tune ye, û biryareke dadgeha navneteweyî jî tune.
Erdogan got: "Amerîka û welatên Ewrupî, bi cîh girtina digel buhtan û derewên wan kesên ku ji axaftina bi belgeyên dîrokî direvin, ne ku tenê dijminatiyê nîşanî me didin, lê hevdem, li zanistê jî îxanetê dikin. Em dixwazin, bi çi awayê ku were ava kirin bila bibe, bi dewleta Ermenî re peywendîyek cîrantîya baş saz bikin. Ji bo vê, di 16 salên dawî de me her gavên fedakrîyên avêt, mixabin, me bersîveke ji dil ji bo van gavan nedît. "