Li Semsûrê gordeke ku tê da qerqotên 7 merivan hene hat dîtin Li Semsûrê gordeke ku tê da qerqotên 7 merivan hene hat dîtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Semsûrê gordeke ku tê da qerqotên 7 merivan hene hat dîtin

Wêne: AA

BasNews- Li Kehtaya navçeya Semsûrê gordeke ku li gor texmînê nêzî 1500 salî ye hat dîtin û ji gordê qerqotên 7 merivan hatin derxistin.

Li taxa Kangoluyê ya li ser bajaroka Bolukyaylayê ya navçeyê wexta ku makîneyên kar ji nav zeviyê ra derbas bûn, gord tep bû.

Piştî ku gundiyan li gorda tepbûyî nihêrî, dît ku dişibe odeyekê û li ser vê cab dan rayedaran.

Ekîbên Midûriya Muzeyê cihê tepbûyî tedqîq kir û tesbît kir ku gord e. Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan ji rojnamegeran ra got ku wan gord tedqîq kir û wiha dewam kir, "Di xebatên ku me kirin da di nav gordê da em rastî 7 qerqotên merivan hatin. Her wiha me cêrek jî dît."

Alkan daxuyand, ev gord ji gordên Bajarê Kevnare yê Perreyê cudatir e û wiha dewam kir, "Di vê derê da konglomera heye. Li ber deriyê gordê şekl û dirûvek heye. Dişibe gordeke dewra sedsala 5em a piştî mîladê. Ango em dikarin bêjin dîroka wê tengaya 1500 sal berê ye."