BasNews- Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana ji bo kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatine kuştin red kiriye.
Dadgehê di malpera xwe ya înternetê ya fermî de aşkere kiriye ku serlêdana bi hejmar 2016/2629 hatiye redkirin.
Ji parêzerên malbatan Ramazan Demîr gotiye, dadgehê bi tenê biryara redkirinê daye, sedema redkirinê jî piştre wê aşkere bike.
Dadgeha Destûrî derbarê serlêdana ji bo kesên ku li Cizîra Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve de di du jêrzemînan de hatibû qetilkirin, di 21ê Nîsanê de hevdîtin pêkanîbû.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û operasyonan ango şer 79 rojan berdewam kiribû. Di qedexeyê polîs û leşkeran du jêrzemînên avahiyan dabûn ber top û guleyan. Bi dehan kes di van herdû jêrzemînan de hatine kuştin. Parêzeran ji bo kuştina wan qûrbaniyan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû û doza hatibû vekirin red kirine. Derbarê vê biryara redê de hêj hêcet nehatiye weşandin.