BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 54 hezar û 791 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 354 kes jî bi Koronayê mirine.
Îro roja pêncşemê 22.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir. Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên de 54 hezar û 791 kes bi Koronayê ketine.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 354 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 65 hezar û 593 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 501 hezar û 382 kesan û 37 hezar û 329 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 909 hezar û 935 kes jî ji vîrusê baş bûne