Li Rojavayê Kurdistanê 245 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin Li Rojavayê Kurdistanê 245 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rojavayê Kurdistanê 245 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin

Wêne: BasNews

BasNews- Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di 24 seetan da   245 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. 12 kes jî ji vê vîrusê baş bûne

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku di 24 seetan da   245 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 37 kes li Hesekê, 39 kes li Qamişlo, 17 kes li Dêrikê, 9 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Cil Axa, 12 kes li Kobanî, 26 kes li Dêrezorê, 25 kes li Reqayê, 60 kes li Tebqayê, 4 kes li Minbicê, 1 kes li Şehbayê û 12 kes li Kampa Rojê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 14681 kesan, ji wan 1488 kes baş bûne û 485 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.