Rukiye Mistefa
BasNews – Li parêzgeha Gor a li rojavayê Afganîstanê, çekdarên rêxistina Talîbanê êrîşeke çekdarî pêkanîn û 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Parêzgerê Gor Ebdul Zahir Faizzade ji endamên çapemeniyê re ragehand, çekdarên Talîbanê li navçeya Dewletyarê wesayîtek rawestandine û 4 kesên sivîl ji wê wesayîtê anîne xwarê û ew gulebaran kirine.
Derbarê vê êrîşê de heta naha Talîbanê ti daxuyaniyek nedaye.