Rukiye Mistefa
BasNews – Li Pakistanê di cîhê parka otomobîlên otêlê de teqînek pêkhat û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Li otêla Serena ya li bajarê Ketta ya Pakistanê teqînek di cîhê parka otomobîlan a otêlê de pêkhat û gelek wesayîtan ziyan dît û di otêlê de jî ziyanên madî çêbû.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya Tirkiyê jî di bûyerê de peyamnêrekî Ajansa Anadolu jî bi sivikî birîndar bûye.
Derbarê bûyerê de lêpisîn berdewam dike.