Mesrûr Barzanî: Ji hemû wextan zêdetir pêwîstî bi rojnamevaniyeke rasteqîn û profesyonel heye Mesrûr Barzanî: Ji hemû wextan zêdetir pêwîstî bi rojnamevaniyeke rasteqîn û profesyonel heye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mesrûr Barzanî: Ji hemû wextan zêdetir pêwîstî bi rojnamevaniyeke rasteqîn û profesyonel heye

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya derbasbûna 123 sal di ser derketina yekem hejmara Rojnameya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Îro li Herêma Kurdistanê, ji bo bizava rojnamevaniyê derfeteke zêrîn çêbûye û ber bi qonaxeke pêşketî gav avêtiye.”

Herwiha destnîşan kiriye: “Qonaxa niha, ji hemû wextan zêdetir pêwîstî bi rojnamevaniyeke rasteqîn û profesyonel heye, loma divê rojnamevanên Kurdistanê, bi rêya pabendbûna bi yasa û etîka pîşeyî ya medyayê, rêz li karê rojnamevaniya xwe bigirin, da ku bi awayekî herî ciwan karê xwe bikin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya rojnamegeriya kurdî û derbasbûna 123 sal di ser derketina yekem hejmara Rojnameya Kurdistanê re, ku ligel salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê hevdem e, ez pîrozbahiyeke germ li hemû medyakar û rojnamevanên Kurdistanê dikim.

Îro li Herêma Kurdistanê, ji bo bizava rojnamevanî, derfeteke zêrîn çêbûye û ber bi qonaxeke pêşketî gav avêtiye, bi awayekî ku îro li Herêma Kurdistanê, bi sedan dezgehên hemû cûre ragihandinê hene û bi azadî karê xwe dikin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi şanazî, ji bo çespandina zêdetir bingehên azadiya medya û demokrasiyê xebitiye û her dem ji dil xwestiye ku zemîneke guncaw ji bo karê rojnamevaniyê pêk bîne.

Qonaxa niha, ji hemû wextan zêdetir pêwîstî bi rojnamevaniyeke rasteqîn û profesyonel heye, loma divê rojnamevanên Kurdistanê, bi rêya pabendbûna bi yasa û etîka pîşeyî ya medyayê, rêz li karê rojnamevaniya xwe bigrin, da ku bi awayekî herî ciwan karê xwe bikin û bi berpirsyarî ligel pîşeya xwe tevbigerin û peyama wan di xizmeta armancên niştimanî de be.

Di vê boneyê de, em bi rêz û pêzanîn li xebat û têkoşîna rojnamevanên pêşeng ên Kurdistanê dinêrin, ku ewan xizmeteke mezin li karwana rojnamevaniya kurdî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê kirine.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê