Tirkiye- 362 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 362 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 362 kesên din bi Koronayê mirine

Îro roja çarşemê 21.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 218 hezar û 839 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 61 hezar û 967 ji wan pozîtîv bûye.

Herwiha ji duhê heta îro 362 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 52 hezar û 213 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Herwiha heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 446 hezar û 591 kesan û 36 hezar û 975 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 844 hezar û 342 kes jî ji vîrusê baş bûne.