Encûmena Wezîran budceya Herêma Kurdistanê gotûbêj kir   Encûmena Wezîran budceya Herêma Kurdistanê gotûbêj kir  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Encûmena Wezîran budceya Herêma Kurdistanê gotûbêj kir  

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 21ê Nîsana 2021ê, bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, serokatiya civîna Encûmena Wezîran kir.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku bi mebesta karhêsanî û xizmetkirina welatiyan û nemana rûtînê li dezgehên hikûmetê, me biryar da ku desthilatên îdarî li Encûmena Wezîran bo wezaretan û rêveberiyên giştî û fermangehên wan ên li parêzgehan werin zêdekirin, da ku karên welatiyan bileztir werin pêkanîn û xizmetguzarî bi awayekî baştir û bileztir bigihin welatiyan, her weke çawa li xetên giştî yên karnameya kabîneya nehem tekezî li ser hatiye kirin.

Piştre Serokwezîr ronahî xiste ser geşedanên herî dawî yên di warê ewlehiya Herêma Kurdistanê û encama lêkolînên êrîşên van demên dawî de li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û helwesta civaka navdewletî.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew ligel hikûmeta Iraqê di pêwendiyên berdewam de ne ji bo sînorek li hember wan êrîşên ser Herêma Kurdistanê were danîn. Herwiha tekez kir ku Herêm pêwendiyeke baş û dostane ligel welatên cîran dixwaze û spasiya helwesta civaka navdewletî û bi taybetî ya Amerîka û welatên Ewropayê kir, bo nîşandana piştevaniyê ji bo Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed di civînê de li ser wan êrîş û destdirêjiyên li Herêma Kurdistanê têne kirin, bal kişande ser girîngiya hemahengiya ewlehiyê ya ligel Hikûmeta Federal a Iraqê û cîbicîkirina pabendiyên her du aliyan û bi taybetî aktîvkirina xalên ewlehiyê yên hevbeş ji bo têkoşîna li hember gef û metirsiyan.

Di beşa duyem a civînê de, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd xetên giştî yên reşnivîsa yekem a projeyasaya budceya Herêma Kurdistanê bo sala 2021ê bi hejmar û datayên pêwîst di warên dahat, lêçûn, deyn û pabendiyên darayî û kurtanîn, pêşkêş kir, bi liberçavgirtina lîsteyên terxankirî yên Herêmê di yasaya budceya Iraqê ya sala 2021ê de ku roja 12ê Nîsanê di rojnameya resmî de hatiye belavkirin. Biryar e, projeyasaya budceya Herêmê, di derfeta herî nêz de ji Parlamentoyê re were şandin.

Reşnivîsa her du projeyasayên hemwarkirina yasaya maf û îmtiyazên kêmendam û xwedî pêwîstiyên taybet, hejmara 22 ya sala 2011ê bi arasteya başkirina jiyan û debara vê çîna civakê û herwiha projeyasaya berkarkirina fermî ya pula Iraqî ya hejmara 71 a salaa 2012an li Herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirin û her du proje, bi piraniya dengên Encûmena Wezîran hatin pesendkirin.

Di beşa dawî ya civînê de, di çarçoveya pêngavên cîbicîkirina yasaya reformê de, Encûmena Wezîran peyrewa rêkxistina pasevaniyê li Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan pesend kir, bi arasteya reformê di vî warî de û wezaretên pêwendîdar bi cîbicîkirina wê raspart.