BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ji xelkê Kurdistanê daxwaz kir ku xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin û derziya dijî Koronayê werbigrin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Vîrusa Koronayê hê jî gefeke cidî ye, divê em di rûbirûbûna wê de berdewam bibin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Tika ye mask bi kar bînin, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û vaksînê werbigrin.”
Di beşeke din a peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bala welatiyan dikşîne ser xwetomarkirina elektronîk ji bo wergirtina derziya Koronayê û dibêje: “Xwe ji bo wergirtina vaksînê tomar bikin.”