Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê mirin Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê mirin

BasNews – Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê mirin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1022 kes bi Koronayê ketine û 714 pêketî jî baş bûne.

Wezaretê da zanîn, ji duhî de 15 nexweşên Koronayê jî canê xwe ji dest dan.

Li gorî amarên han, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 142 hezar û 746 kesan. Ji wan kesan, 119 hezar û 610 kes baş bûne û 3911 kes jî mirine.