Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Stephen Hickey kir.

Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Stephen Hickey û şanda pê re kir.

Di civînê de balyozê Brîtanya êrişên li dijî Herêma Kurdistanê bi taybet li ser firokxaneya Hewlêrê şermezar kir û ragihand, Brîtanya û welatên hevpeyman rijd in li ser parastina Herêma Kurdistanê li hember gef û aloziyan, ji ber ku aramiya Herêma Kurdistanê faktorek girîng e bo aramiya Iraq û deverê.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û astengiyan li hember hilbijartinên Iraqê hatin axaftin.

Di beşeka din ya civînê de her du aliyan ronahî xistin ser xebatên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge. Di vir de balyozê Brîtanya piştevanî û alîkariya welatê xwe bo serxistina çaksazî û aktîfkirina hêzên Pêşmerge anî ziman.