Li Rojava 8 kesên din bi Koronayê mirin Li Rojava 8 kesên din bi Koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rojava 8 kesên din bi Koronayê mirin

BasNews - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di destê Rêveberiya Xweser de, 8 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 155 kes bi Koronayê ketine û 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî, di 24 demjimêrên borî de 20 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 14436 kesan, ji wan 1476 kes baş bûne û 477 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.