Li Brezîlyayê di 24 demjimêran de 3 hezar û 321 pêketiyên vîrusa koronayê mirin Li Brezîlyayê di 24 demjimêran de 3 hezar û 321 pêketiyên vîrusa koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Brezîlyayê di 24 demjimêran de 3 hezar û 321 pêketiyên vîrusa koronayê mirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li Brezîlyayê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê hejmara pêketiyan û mirinan her diçe zêde dibe.

Li Brezîlyayê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê di 24 demjimêrên borî de 3 hezar û 321 kesan jiyana xwe ji dest dan û heta naha li Brezîlyayê hejmara pêketiyên vîrusa koroyê yên jiyana xwe ji dest dane geheşt 378 hezar û 3 kesan.

Li gor amarên wezareta tenduristiya Brezîlyayê di 24 demjimêrn borî de 69 hezar û 381 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Brezîlyayê geheşt 14 milyon û 43 hezar û 76 kesan.

Herwaha li Brezîlyayê heta naha 12 milyon û 561 hezar û 689 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.