Dr. Umêd Sebah: Di civîna encûmena wezîran de behsa xetên giştî yên budceyê dê bê kirin Dr. Umêd Sebah: Di civîna encûmena wezîran de behsa xetên giştî yên budceyê dê bê kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dr. Umêd Sebah: Di civîna encûmena wezîran de behsa xetên giştî yên budceyê dê bê kirin

Mameyare Ehmed

BasNews – Di civîneke çapemeniyê de serokê dîwana encûmena wezîrên herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah ragehand, şandeyek dê biçe Bexda û vê carê guftûgo dê bi rêya taybetmendan bin û aşkera di civîna îro ya encûmena wezîran de behsa xetên giştî yên budceyê dê bê kirin.

Îro 21.04.2021ê Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah di civîna çapemeniyê de balkêşa ser civîna îro ya encûmena wezîran û ragehand, dê çend mijar bên guftûgo kirin û guftûgo dê li ser xetên giştî yê bude, xerc û dahat û kurt anîna budceyê dê bê kirin û em dixwazin budceyê bikin nexşerêyek bo reform û zêdekirina dahatan.

Umêd Sebah aşkera kir serokwezîrê Herêma Kurdistanê nivîseke fermî pêşkeşî wezîrên Iraq a federal kiriye û amadebûna bicîhanîna wan pêbendiyan jî nîşan daye ku dikevin ser Herêma Kurdistanê.

Derbarê mijara birîna mûçeyê vê mehê ya fermanberan de jî got: ‘’Mûçe û lêbirin peyvendiya xwe bi pirsa budceya herêma Kurdistanê ve heye û îro jî dê behsa xetên giştî yên budceyê bê kirin.’’

Herwaha got, careke din dê şandeya Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê. Vê carê guftûgo cuda dibin. Ji bo nimûne wezareta çavkaniyên xwezayî guftûgo dê li gel wezareta neft a Iraqê bike, wezareta darayî dê li gel wezareta darayî ya Iraqê û çavdêriya darayî ya herêma Kurdistanê dê li gel çavdêriya darayî ya Iraqê dê guftûgo bikin.