Tenduristiya Hewlêrê li ser wan kesên ku vaksîna Koronayê li xwe dane, agahdariyek belav kir Tenduristiya Hewlêrê li ser wan kesên ku vaksîna Koronayê li xwe dane, agahdariyek belav kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tenduristiya Hewlêrê li ser wan kesên ku vaksîna Koronayê li xwe dane, agahdariyek belav kir

BasNews – Rêveberiya tenduristiya Hewlêrê ragihand, komîteyeka zanistî û pispor bo çavdêrîkirina wan kesên ku vaksîna Koronayê li xwe dane, hatiye avakirin.

Rêveberiya tenduristiya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ew kesên ku vaksîna Koronayê li xwe didin, dibe ku di nav 24 heta 72 demjimêran de ta, êşa laş û serêşîyê bigirin. Ev nîşanên han normal in.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, eger ji wan nîşanên han zêdetir bin wê çaxê dikarin serdana wê navendê bikin ku vaksîn lê dane.

Tenduristiya Hewlêrê daye zanîn jî, komîteyek zanistî û pispor bo çavdêrîkirina wan kesên ku vaksîn li xwe dane, hatiye avakirin.