Wezareta Darayî ya Kurdistanê: Şêwaza dayîna mûçe ji aliyê encumena wezîran ve tê kifşkirin Wezareta Darayî ya Kurdistanê: Şêwaza dayîna mûçe ji aliyê encumena wezîran ve tê kifşkirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Darayî ya Kurdistanê: Şêwaza dayîna mûçe ji aliyê encumena wezîran ve tê kifşkirin

BasNews – Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihand, şêwaza dayîna mûçe ji aliyê encumena wezîran ve tê kifşkirin û ew tenê bicîh tînin.

Duhî piştî ku wezareta darayî ragihand, vê mehê jî mûçe dê bi lêbirrîna %21 were dayîn, hinek dezgehên medyayî wezareta darayî bi wê yekê tohmetbar kirin ku wezaretê wisa daxwaz kiriye.

Li ser vê mijarê, wezareta darayî di daxuyaniyekê de ragihand, şêwaza dayîna mûçe di destê encumena wezîran de ye û ew tenê bicîh tînin. Wezareta darayî ti biryarekê bi serê xwe nade.