Encûmena wezîran bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive Encûmena wezîran bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Encûmena wezîran bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

BasNews - Encûmena Wezîran Herêma Kurdistanê îro 21.4.2021ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser çend pirsên girîng dicive.

Li gor Fermangeha Medyayî û Zanyarî, girîngtirîn tewerên ku di civînê de werin behskirin, pêşhatên dawiyê yên di warê ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, êrîşa vê dawiyê ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û rewşa lêkolînê û helwesta navdewletî ya di vê derbarê de ye.

Herwiha di civînê de, hêlên giştî yên reşnivîsa yekem a projeya budceya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2021ê di warê dahat, xercî, qerz û pabendên darayî de ye.