Li sînorê Kerkûkê efserekî Pêşmerge yê malnişîn hate kuştin Li sînorê Kerkûkê efserekî Pêşmerge yê malnişîn hate kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li sînorê Kerkûkê efserekî Pêşmerge yê malnişîn hate kuştin

Diyarî Ehmed

BasNews – Li sînorê parêzgeha Kerkûkê termê efserekî Pêşmerge yê malnişîn di nav baxê xwe de kuştî hate dîtin.

Rêveberê binkeyê polîsê Domîz a bajarê Kerkûkê Eqîd Yusif Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh 20.04.2021ê termê Pêşmergeyê malnişîn Muqedem Necat Hesen Mihyedîn ê dayîkbûyê sala 1967 di nav baxê xwe yê li sînorê gundê Çîmen ê ser bi nahyeya Qerehencîr a ser bi Kerkûkê bi kuştî hate dîtin.’’

Herwaha got: ‘’Ew kese rûniştvanê navçeya Dûriskek a bajarê Kerkûkê ye, ku ew navçeye dikeve sînorê binkeyê polîsê Domîz a bajarê Kerkûkê û naha lêkolîn derbarê kuştina wî kesî de destpê kiriye.’’