Xurmatû – Ji ber teqîna bombeyekî çandî şivanekî jiyana xwe ji dest da Xurmatû – Ji ber teqîna bombeyekî çandî şivanekî jiyana xwe ji dest da
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Xurmatû – Ji ber teqîna bombeyekî çandî şivanekî jiyana xwe ji dest da

Diyarî Ehmed

BasNews – Li sînorê gundeke ser bi nahyeya Amirlî ya ser bi qeza Xurmatû, di encama teqîna bombeyekî çandî de şivanekî 15 salî jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê polîsê Xurmatû Emîd Husên Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şev borî 20.04.2021ê li gundê Berawçîlî ya ser bi nahyeya Amirlî ya ser bi qeza Xurmatû bombeyekî çandî di şivanekî 15 salî yê bi navî Elî Burhan Cemal de teqiya û jiyana xwe ji dest da.’’

Herwaha got: ‘’Ew bombeya çandî berê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû danîn û di wî şivanî de teqiya û termê wî ji bijîşkê dadî re hat şandin.’’