Ji ber du teqînên cuda 3 leşkerên Iraqê mirin, 3 leşker jî birîndar bûn Ji ber du teqînên cuda 3 leşkerên Iraqê mirin, 3 leşker jî birîndar bûn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji ber du teqînên cuda 3 leşkerên Iraqê mirin, 3 leşker jî birîndar bûn

Cotyar Kelarî

BasNews – Ji ber du teqînên cuda hêzên ewlehî û leşkerî yên Iraqê bûn armanc 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 leşker jî birîndar bûn.

Efserê polîs li bajarokê Gulale Felah Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî 20.04.2021ê di navbera bajarê Xaneqîn û Gulale, nêzîk pira Helwan bombeyekî çandî bi hêzên Lîwaya 19ê ya Iraqê de teqiya.

Li gor gotina Felah Mihemed, ji ber wê teqînê leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Herwaha rêveberê polîsê bajarokê Amirlî Emîd Kahin Mihemd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 20.04.2021ê nêzîk sêrêya Amirlî – Uzêm – Hemrînê ji ber teqîna bombeyekî çandî du karmendên asayîşa niştimaniya Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Herwaha got, ew du karmend di dema operasyonekî lêgerîna du çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê de ji ber wê teqînê jiyana xwe ji dest dan.