Li sînorê Kerkûkê di navbera du malbatan de şer derket: Kesek mir û 6 kes birîndar bûn Li sînorê Kerkûkê di navbera du malbatan de şer derket: Kesek mir û 6 kes birîndar bûn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li sînorê Kerkûkê di navbera du malbatan de şer derket: Kesek mir û 6 kes birîndar bûn

Cotyar Kelarî

BasNews – Şeva borî ji ber pirsgirêkekî civakî li gundekî sînorê nahyeya Leylan a ser bi parêzgeha Kerkûkê kesek hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Rêveberê nahyeya Leylan Mihemed Weys ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li gundê Yarmiçe ya ser bi nahyeya Leylanê şer di navbera du malbatan de derket û çek hatin bikarann û di encama wî şerî de kesek hate kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.’’

Şahidekî bûyeran jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta vê sibehê 21.04.2021ê jî navçe ne aram bû.’’

Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpê kirin û birîndar jî ji nexwaşxaneyan re hatine veguhestin.’’