Tirkiye- 346 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 346 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 346 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 saetên dawîn de 61 hezar û 28 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 346 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihandiye di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 61 hezar û 28 bi koronayê ketine û 346 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi Koronayê mirine. Herwiha 55 hezar û 592 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 4 milyon û 384 hezar û 624 kes bi Koronayê ketine û 36 hezar û 613 kesan jî bi Koronayê mirine û 3 milyon û 792 hezar û 129 kes jî ji vîrusê baş bûne.