Tirkiye ji ber Mezlûm Ebdî, Balyozê Swêdê bangî Wezareta Derve kir Tirkiye ji ber Mezlûm Ebdî, Balyozê Swêdê bangî Wezareta Derve kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye ji ber Mezlûm Ebdî, Balyozê Swêdê bangî Wezareta Derve kir

BasNews- Wezareta Derve ya Tirkiyê ji ber civîna ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ku bi Wezîrê Berevanî yê Swêdê Peter Hultqvist re bi rêya online hevdîtinek pêk anîbûn, Balyozê Swêdê yê Enqerê bangî wezaretê kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bi Wezîrê Berevanî yê Swêdê Peter Hultqvist re bi rêya online civînek pêk anî û di civînê de li ser ewlehî, rewşa mirovî û geşedanên herî dawî yên siyasî yên herêmê gotûbêj kirin.

Piştî hevdîtina online, Wezareta Derve ya Tirkiyê, Balyozê Swêdê yê li Enqerê bangî wezaretê kir û ew hevdîtin hat şermezarkirin.

Di hevdîtinê de, Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî bi bîr anî ku Swêd ji bo çareseriya krîza Sûriyê piştgiriya xwe didomîne û diyar kir ku ew hêvî dike di mijarên ewlehî û leşkerî de alîkariya Swêdê berdewam bibe.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku divê li Sûriyê çareseriya mayînde pêk were û ji bo ewlehiya herêmê, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê têkoşîneke bibandor were meşandin.

Herwiha Ebdî bal kişande ser Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê û divê ji bo koçberên li kampê vegerin welatên xwe, kar û xebat werin kirin.