Qamişlo- Şer di navbera HSDê û hêzên rejimê de derket Qamişlo- Şer di navbera HSDê û hêzên rejimê de derket
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Qamişlo- Şer di navbera HSDê û hêzên rejimê de derket

BasNews- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayîşê de şer û pevçûn derket.

Ligor zanyariyên Kurdistan24ê Qamişlo di navbera Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayîşê ya ser bi Rêveberiya Xweser de şer derket û diyar kir ku ji ber şer û pevçûnê endamekî Asayîşê şehîd bûye û heta niha nayê zanîn çend kes birîndar bûne.

Ligor nûçeya K24ê şer di demjimêr 21:00ê de li taxa Dewara Wehde rûda û endamê Asayîşê yê bi navê Xalid Hacî canê xwe ji dest daye û hêzên Asayîşê li cihê bûyerê ji bo her egerekê ketine amadebaşiyê.