Kabîneya Herêma Kurdistanê wê rewşa asayîşê û reşnivîsa yekem a projeyasaya budceyê gotûbêj bike Kabîneya Herêma Kurdistanê wê rewşa asayîşê û reşnivîsa yekem a projeyasaya budceyê gotûbêj bike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kabîneya Herêma Kurdistanê wê rewşa asayîşê û reşnivîsa yekem a projeyasaya budceyê gotûbêj bike

 BasNews- Sibehê roja çarşemê 20.04.2021ê Kabîneya Herêma Kurdistanê wê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive û di civînê de rewşa asayîşê û reşnivîsa yeke a projeyasaya budceyê gotûbêj  bike.

Fermangeha Medya û Zanyariyê a Herêma Kurdistanê ragihandiye wê sibehê roja çarşemê 21. 04.2021ê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ji bo gotûbêjkirina çend babetên girîng bicive.

Ligor daxuyaniya Fermageha Medya û Zanyariyê ya Herêma Kurdisttanê wê di civîna sibehê de êrîşa dawî ya li ser Balafirxaneya Hewlêrê, lêkolînên derbarê wê êrîşê û helwêsta civaka navdewlet beramber wan êrîşan, reşnivîsa yekem a porjeyasaya buceya Herêma Kurdistanê ya sala 2021ê were gotûbêjkirin.

Cihê behsê ye kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dema dest bi kar bûye heta niha her hefte roja çarşemê bi awayekî asayî civînên xwe encam dide. a