Serokê komara Çadê hat kuştin Serokê komara Çadê hat kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

BasNews- Artêşa welatê Çadê li Afrîqayê ragihand, serokomarê welat Idriss Deby îro li eniya şer di 68 saliya xwe de hatiye kuştin.

Artêşa Çadê diyar kiriye, Idriss Deby li eniya şer birîndar bûye û di encama birîndarbûnê de jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê Artêşa Çadê, General Azem Bermandoa di daxuyaniyekê de ku li ser televîzyona fermî ya welat hat xwendin, ragihand ku “Deby dawî nefesa xwe li eniya şer bo parastina serweriya dewletê da.”

Artêşa Çadê herwiha kurê Idriss Deby, General Mihemed Kaka weke şûngirê wî destnîşan kir.

Ji ber kuştina serokomarê welat, artêşa Çadê herwiha şîna giştî li welat ragihand. Bi biryara artêşê tevahiya sînorên bejayî yên Çadê jî hatin girtin.

Artêşê hejmarek ji hêzên xwe jî li derdora koşka serokatiya welat li N’Djamena ya paytex bicih kir. Idriss Deby di hilbijartinên 11ê Nîsanê yên serokatiya welat de serkeftin bidestxistibû û dikarî heya 6 salên din di desthilatê de bimîne.