Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê mirin Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê mirin

BasNews – Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî hezar kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1153 kes bi Koronayê ketine û 728 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 6 kes jî bi Koronayê mirine.

Li gorî amarên han, hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 141 hezar û 724 kesan. Ji wan kesan, 118 hezar û 896 kes baş bûne û 3896 kes jî mirine.