Li Ranya jin û mêrek bi kujmek diravê saxte ve hatin girtin Li Ranya jin û mêrek bi kujmek diravê saxte ve hatin girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Ranya jin û mêrek bi kujmek diravê saxte ve hatin girtin

BasNews – Li bajarê Ranya yê Herêma Kurdistanê jin û mêrek bi diravê saxte ve hatin girtin.

Berdevkê asayişa devera Raperîn, Mihemed Fazil ji BasNewsê re got, îro hêzên asayişê li rêbenda Banû Qel ya bajarokê Qeladizê karîn du kesan bigirin ku kujmê 515 hezar dînar û 600 dolar diravê saxte bi wan re bû.

Mihemed Fazil da zanîn, ew kesên han jin û mêr bûn û dixwastin wî diravî li nav bazarên Herêma Kurdistanê de xerc bikin.