BasNews- Li Hewlêrê xîmê çar projeyên elektrîkê hatiye danîn ku armanc jî gehandin û veguhestin û dabeş kirina fişara li ser xetên elektrîkê bê rakirine û wezîrê elektrîkê jî ragehand, îsal 15 demjimêr elektrîka rojane bo hemwelatiyên Kurdistanê dabîn kirine.
Îro 20.04.2021 li wargeha Şawês li deşta Hewlêrê, rawesteka elektrîkê ya 132 kîvî dest bi karên xwe kir û heman demê de 3 projeyên din bi 59 milyon dolar di karkirinê de ne.
Wezîrê elektrîkê yê herêma Kurdistanê Kemal Mihemed di merasîma danîna xîmê wan projeyan de ragehand: ‘’Di çavdêriya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de projeyekî din a elektrîkê destpê dike. Heman demê de li gel wê jî 3 projeyên din di kar kirinê de ne û di meha 6 a îsal dê bi dawî bibin û dê sedî 80 bargiraniya nav bajar bi dawî bibe.’’
Herwaha got, hewldanên wezareta elektrîkê berdewamin ‘’Ji bo bikarin wuzeyekî zêdetir a elektrêkê bo hemwelatiyên Kurdistanê dabîn bikin. Îsal di meha yek û du de me 15 demjimêr elektrîk ji bo hemwelatiyan dabîn kiriye û ev projeyên bicîhtên li seranserê herêma Kurdistanê de ne û di meha şeş a îsal rawesteka berhemanîna herî mezin a elektrîkê li Germiyanê tê damezrandin.
Derbarê pêwerên zîrek (saet) de jî wezîrê elektrîkê got: ‘’Heta naha 600 hezar pêwerên zîrek ji hemwelatiyan re hatiye danîn û heta dawiya salê hemû hevbeşên me pêwerên zîrek ji bo wan dê bê danîn. Pêngavên giring jî hatine avêtin bo taybet kirina sektora elektrîkê.’’
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî ragehand: ‘’Di vê heyamê de 12 rawestekên elektrîkê li Hewlêrê hatine danîn ji bo elektrîkekî zêdetir ji hemwelatiyan re bê dayîn û ev rawesteka Şawês jî xizmeteke berçav a rûniştvanên qeza deşta Hewlêrê re dê bikie û pirsgirêka bargiraniya zêde ya wargeha Şawês û Pîrzin û taxa Hewlêr a Nû dê çareser bike.