Bi hêviya xwendina hilberînên Kurdî Bi hêviya xwendina hilberînên Kurdî
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi hêviya xwendina hilberînên Kurdî

Necdet Gündem

Di meha Nîsanê de gelek bûyerên dîrokî hatine holê. Dîroka me Kurd û Kurdistaniyan bi van bûyerên xwînrijî tije ye. Meha Nîsanê ji ber vê yek neheke taybetî ye. Rapelîna 1925’an , şehîdbûna Şêx Seîdê Pîran, Qazî Mihemedê serokê Komara Kurdistanê, Xalid Begê Cibrî, Yusif Ziya Beg û endamên din ên Xoybûnê, Rapelîna 1938’an şehîdbûna Seyid Rizayê Dêrsimî û hevalbendên wî, jenosîda 8.000 Kurdên herêma Barzan û be hezaran şehîdên din.

Helbet divê em van bûyeran di her salvegera wan de bi bîr bînin. Ev yek watiniyeke netewî ye. Di vî warî de partiyên siyasi yên Kurda rola xwe baş dileyîzin. Mala wan ava.

Dema miroz dikeve înternetê û li weşanên Kurdî diğere bi dehan weşangeh derdikeve ber mirov. Pirtûkên hatine çakpkirinê tên ber mirov. Ez bi xwe bi dîtina van hilberînên Kurdî gelek şa dibim, serbilind dibim, kelecanî dibim. Hêviya min coştir dibe. Lê helbet meraq jî dikim ma gelo ev hilberînên edebî û dîrokî tên xwendinê?

Di van rojên dawî de min gelek pirtûkên li ser lêkolîna dîroka Kurdan, li ser lêkolîna şexsiyetên Kurdan, li ser edebiyata Kurdan xwendin. Pirtûkên Mûrad Ciwan, Seîd Veroj, Tahsîn Sever, Mehmet Öncü, Lokman Polat, Bûbê Eser û bi sedan nivîskarên din ên Kurd ên  hêja ne û li bendî xwendinê ne. Ez hêvîdar im ku bi taybetî jî ciwanên me hilberînên edebî û dîrokî yên Kurdî bixwînin, binirxînin û pêşniyarê derûdorên xwe bikin.

Ku em van pirtûkên Kurdî dixwînin em têdigihîn ku bûyerên li jor ji bo çi hatine serê me Kurdan û em çima bisernekitine. Min nivîseke xwe de qala berjewendiya netewî kiribû. Dema mirov dîroka Kurdan dixwîne dibîne ku piraniya eşîrên Kurda li gel dagirkeran cîh stendine, piştgiriya serîhildanên netewî nekirine. Berjewendiya eşîrtî her berê berjewendiya netewî bûye. Hin eşîr bi vê jî nemane, li gel dagirkeran li dijî serîhildanên Kurdî şer kirine. Mala Barzaniyan di vî varî de pir bi balkêş e. Serok Mistefa Barzanî bi eşîrên derûdora xwe re konfederasyonekî ava kiriye û bi rêbazekî eşîran gihandiye hev.

Di serîhildana hem sala 1925 hem jî 1938’an de mirov yekîtiyek di navbera eşîran de nabîne. Herçiqas du-sê eşîr li gel serîhildanan bin jî piraniya eşîran li gel dagirkeran hereket kirine.

Meha Nîsanê ji bo me Kurdan meheke şînî ye. Bi bîranîna şehîdên Kurda divê em berjewendiya netewî qewîtir bikin. Ji bo berjewendiya netewî daxwazên xwe yên netewî gav bi gav bi pêş bixin.

Alanya, 15.04.2021

Necdet Gündem