Sekreterê Giştî yê NATOyê: Ji 1ê Gulanê û pê de hêzên NATO li Afganîstanê dest bi vekêşandinê dikin Sekreterê Giştî yê NATOyê: Ji 1ê Gulanê û pê de hêzên NATO li Afganîstanê dest bi vekêşandinê dikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Sekreterê Giştî yê NATOyê: Ji 1ê Gulanê û pê de hêzên NATO li Afganîstanê dest bi vekêşandinê dikin

BasNews – Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir kur hêzên biyanî yên bi fermendarîya yekîtîyê dê mîna bernameya vekişînê ya Amerîka di 1’ê Gulanê de dest bi vekişîna ji Afganistanê bikin.
Stoltenberg, ew vekişîn piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin re ragihand.
Blinken û Austin li Brukselê ser biryara vekişîna ji Afganistanê û siberoja NATO ya li wî welatî bi 30 endamên yekîtîyê re peyivîn.
Stoltenberg, Blinken û Austin dîyar kirin ku vekişîna ji Afganistanê ne terka wî welatî ye.
Austin da zanîn ku Amerîka dê bo hin yekîneyên Afganistanê piştgirîyê bidomîne û ew dê mûçeyên hêzên ewlekarî yên Afgan jî bidin.
Blinken jî da zanîn ku vekişandina yekîneyên Amerîkî ne bidawîkirina peywendîyên bi Afganistanê re ye.
Li Afganistanê xêncî leşkerên Amerîka pirtir ji 7000 leşkerên NATO hene.
Stoltenberg bi bîr xist ku leşkerên NATO û Amerîka tev çûne Afganistanê û dîyar kir ku ewê bi hev re vegerin.
Stoltenberg got: ‘’Ew ne biryarake hêsan e. Ew biryar bi xwe re rîskan jî çêdike, divê em baldarîya bo Afganistanê bidomînin.’’
Blinken û Austin gotin ku ew jiber piştgirîya NATO ya piştî êrîşên 11’ê Îlonê dê her tim spasdarê wê bin