Li Silêmaniyê teqînek pêkhat Li Silêmaniyê teqînek pêkhat
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Cotyar Kelarî

BasNews – Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê teqînek di kargehekî de pêkhat û li gor amarên destpêkê kesekî jiyana xwe ji dest daye û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Rêveberê navenda beşa lezgîn (122) a Silêmaniyê Saman Nadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 15.04.2021ê li kargeheke Tancero ya li bajarê Silêmaniyê teqînek pêkhat û ji ber wê jî 4 kes birîndar bûn, lê piştre yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest da.’’

Herwaha got: ‘’Hîn bi fermî sedemê teqînê nehatiye ragehandin.’’