Li Telehferê depoyeka teqemeniyan ya DAIŞê hat dîtin Li Telehferê depoyeka teqemeniyan ya DAIŞê hat dîtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Telehferê depoyeka teqemeniyan ya DAIŞê hat dîtin

BasNews – Li bajarê Telehfer yê Iraqê depoyeka teqemeniyên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî ve hat dîtin.

Rêveberiya îstixbarata serbazî ya Iraqê ragihandiye, duhî hêzên wan li devera Kîfah ya Telehferê avêtin ser malekê û teftîş kirin.

Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞ ew mal wek kargeha çêkirina bomban û depoya teqemeniyan bikar dihanîn.

Îstixbaratê daye zanîn, piştî teftîşê nêzîkî 1.5 ton madeya kibrît û çend mûşek, bombên destkird, gule û topên hawanê hatin dîtin û zeftkirin.