BasNews – Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 21 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Roj bi roj mirî û pêketiyên Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêde dibin.
Li gorî amarên fermî, duhî li parêzgeha Ormiyê 1273 kes bi Koronayê ketin û 21 kes jî pê mirin.
Hejmara kesên ku heta niha li Ormiyê bi Koronayê mirine, gihîştiye 3 hezar û 914 kesan.
Duhî bi giştî li Îranê jî 304 kes bi Koronayê mirin û zêdetirî 25 hezar kes jî pê ketibûn.