Amerîka nîgeran e ji êrişa li dijî aramiya Kurdistanê Amerîka nîgeran e ji êrişa li dijî aramiya Kurdistanê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Amerîka nîgeran e ji êrişa li dijî aramiya Kurdistanê

BasNews - Amerîka ji êrîşa şeva borî ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dilgiran e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price li ser twîtterê wiha nivîsî: "Êrîşên li ser Herêma Kurdistana Iraqê em dilgiran kirin."

Price got jî: "Gelê Iraqê ji mêj ve ji ber zordarî û binpêkirinên serweriya xwe yên bi vî rengî êş kişandiye."

Şeva borî 14.4.2021an careke din Firokxaneya Navdewletê ya Hewlêrê rastî êrîşê hat. Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, êrîş bi riya drone TNT li ser binkeya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li firokxaneyê hatiye kirin.

Wezareta Navxwe diyar kir jî, di erîşê de ti ziyanên canî nebûne û tenê ziyanên madî gihîştiye avahiyekê û lêkolîn ji bo diyarkirina jêder û cihê jê ve êrîş hatiye kirin berdewam e.