BasNews- Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa îşev a li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê belav kir. Herwiha Wezareta Navxwe da zanîn ew êrîş bi rêya droneke TNTkirî hatiye encamdan.
Daxuyaniya Wezareta Navxwe wiha ye:
Piştî lêkolîn û pêdaçûna dezgehên peywendîdar li ser sedema teqîna îşev li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, di encamê de derketiye holê ku êrîş bi rêya droneke TNTkirî çêbûye û arasteyî binkeya hêzên hepeymanan hatiye kirin li nava balafirxaneyê. Xweşbextane hîç ziyaneke canî nîne û tenê ziyana madî li balafirxanyê çêbûye. Lêkolîn berdewam in ji bo diyarîkirina çavkanî û cihê hatina dronê
Wezareta Navxwe