Şiwan Berzincî
BasNews – Cîgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê ragehand, divê hikûmeta federal a Iraqê temamê erkên yasayî yên ser xwe bicîh bîne û hem bi madî, hem bi menewî kesûkarên qurbaniyan qerebû bike û jiyanekî layîq bo wan dabîn bike.
Cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad îro 14.04.2021ê bi daxuyaniyekî enfal bibîranî û got: ‘’Em pêwîst dizanin ku hikûmeta federal hemû erkên serxwe bibîh bîne û madî û menewî qurbanên pêla nemirovî ya enfalê qerebû bike û jiyaneke layîq bo wan dabîn bike.’’
Herwaha diyar kir divê kar bo avadaniya wan cîha bê kirin ku hatine wêran kirin û xizmeteke temam bigehîte temamê wan navçeyên ku enfal lê pêkhatine.
Dr. Beşîr Hedad got: ‘’33 sal berî naha di sala 1988ê de rejîma berê ya Iraqê proseya enfalê bi 8 qonaxan li dijî gelê kurd li başûrê Kurdistanê encam da. Proseya enfal tewanekî nemirovî ya mezin bû, ku berçavê welatên navçeyê û cîhanê li dijî gelê kurd hat encam dan û bi hezaran hemwelatiyên kurd bi zindî hatin çal kirin û bêserşûn kirin û hejmarek zêde ya gund û bajarokên Kurdistanê hatin wêran kirin.’’