Heme Perêşan
BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera pêlên jenosoîda enfalê de ragehand: ‘’Hêvîdarim ev bîranîn bibe palderê bihêz kirina yekrêziya niştimanî û kûrkirina giyana tebayî û biratî û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû gelên navçeyê de.’’
Îro 14.04.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek belav kir û dibêje: ‘’Îro 33 sal li ser pêlên enfalê re derbas dibe, ku rejîma têkçûyê ya Beis, bi armanca jenosoîd kirina gelê Kurdistanê bi 8 qonaxan bi hezaran hemniştimaniyên bêtewan bêserşûm û bi zindî çal kirin. Bi hezaran gund û bajarok û bi hezaran mizgeft û dibistan û bi dehan dêr ên Kurdistanê wêran kirin. Rez û bax û zeviyên cotyaran şewitand û kaniyên avê teqandin û bingehên jiyanê jinavbirin. Di vê bîranîna tejî êş de, bi rêz û şiko şehîd û qurbaniyên wê komkujiyê em bibîrtînin.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekî ku daxwaza qerebû kirina madî û menewî ya kesûkarên qurbaniyan û xelkê ku ziyan dîtiye ji ber wê pêla hovane ji hikûmeta federal a Iraqê dike, heman demê de kar dike bo ku xizmetekî zêdetir ji kesûkarên enfalbûyan re bike û jiyaneke bi şiko bo wan ava bike.’’
Mesrûr Barzanî got: ‘’Hêvîdarim ew bîranînê em bikin palder bo bihêz kirina yekrêziya niştimanî û kûrkirina giyana tebayî û biratî û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû gelên navçeyê de.’’
Serokê Hikûmetê got: ‘’Silav li canê paqij ê şehîdan û qurbaniyên enfalê, ku em bibîrtînin û bîranînên wan berdewam dê zindîbin di dil û derûniya me de.’’