BasNews - Hevserokê Desteya Tenduristiyê Rêveberiya Xweser hişyariyê dide, egereke mezin heye rewşa tendirustiyê ji bin kontrolê derkeve.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa îro di konferanseke rojnamevaneyê de li bajarê Qamişlo ragihand: “Egereke mezin heye rewşa Koronayê ji bin kontrolê derkeve û karesateke mirovî rû bide.”
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser her diçe bilind dibe.
Herwiha rexne li Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) girt û got, heta niha WHO ti hevkarî bi wan re nekiriye û di pirsa pêşkêşkirina vaksînê de jî ne cidî ye.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê daxwaz ji welatiyan kirk u hevkariyê bi tîmên tendirustiyê û hêzên Ewlekariya Hundirîn re bikin û pabendî biryarê qedexeyê û rêkarên xweparêziyê bibin.
Ev di demekê de ye, Hevserokatiya Giştî ya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser ji ber metirsiya belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê û ji bo berjewendiya giştî, duhî qedexeya giştî ya çûnûhatinê ragihand. Qedexe jî ji sibe 13ê Nîsanê û heta roja 22ê Nîsanê berdewam dibe.