Rukiye Mistefa
BasNews – Li Hindîstanê di 24 demjimêrên borî de 152 hezar û 879 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û ji destpêka derketina vîrusa koronayê heta naha ev hejmar, hejmara herî bilind e.
Li Hindîstan a ku piştî Amerîka û Brezîlyayê welatê ku herî zêde pêketina bi vîrusa koronayê ketin lê heyî, hejmara kesên ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane geheşt 169 hezar û 305 kesan.
Herwaha heta naha li Hindîstanê 13 milyon û 358 hezar û 805 kes bi vîrusa koronayê ketine û 12 milyon û 81 hezar û 443 kesên pêketî jî baş bûne.