Herman Xalîd
BasNews – Îran hewl dide derbarê pêşxistina peyvendiyan rêkeftineke 5 salî li gel hikûmeta Iraqê îmza bike.
Îro 11.04.2021ê wezîrê kar ê Îranê Mihemed Şerîetmedarî ji bo serdanekî fermî geheşt paytexta Iraqê Bexdayê.
Li gor nûçeya ajansa İRNA ya Îranê Mihemed Şerîetmedarî ragehandiye: Welatê wan hewl dide rêkeftinekî 5 sale bo bihevguhertina destê kar ê kêrhatî û dîtina derfetên kar bo hemwelatiyên hev li gel Iraqê rêkeftineke wisa dixwazin îmza bikin.
Wezîrê kar ê Îranê amaje bi wê yekê jî kir ku li gor rêkeftinê herdu welat dikarin şîrketên hevbeş ava bikin, ku peyvendiyên aborî yên Bexda û Tehranê bihêztir bikin.
Li gor Mihemed Şerîetmedarî pêşxistina peyvendiyên Tehran û Bexdayê yên derbarê kar de, mercê serekî yê bicîhanîna siyaseta nû ya Îranê ye, ku ew jî siyaseta vekirina bazarên welatên cîran ji berhemên xwe re.
Şerîetmedarî aşkera kiriye, demek dirêje welatê wan kar li ser îmza kirina rêkeftinekî 5 sale ya derbarê bihevguhertina destê kar ê kêrhatî li gel wezareta kar a Iraqê dike.